58 dezgeh û rêxistinan piştgirî dan Tanrikûlu û wiha hat gotin: “Erka parlementeran ew e ku li ser navê milet çavdêrîya sazî û rêxistinên dewletê bikin, sûc, xeletî û kêmasiyan rexne bikin û ji milet re îzah bikin”. Daxuyaniyê wiha dewam kir:
“Li welatekî ku ji derbeyên leşkerî yên ku zîhniyeta wesayetê li dijî hikûmetên hilbijartî dane destpêkirin, gelek zirar dîtiye; Daxuyaniya ku hin yekîne li dijî gel, welatî û mafên mirovan sûcan dikin ku ev hemû bi belge û biryarên edlî hatine îspatkirin, ne ‘îftîrakirina artêşê’ ye, ji bo pêşîgirtina li sûcên bi vî rengî erka xwe ya sivîl pêk tîne. Em diyar dikin ku em li pişt Sezgîn Tanrikûlû ne û li ser navê demokrasî û siyaseta sivîl jî gotinên xwe tînin zimên”.
Rêxistin û platformên ku daxuyanî îmze kirine ev in:
2017 Înîsiyatîfa Welatiyên Bodrumê
Înîsiyatîfa 78’an (Adana, Adiyaman, Agirî, Enqere, Antakya, Artvîn, Aydin, Balikesir, Êlih, Bursa, Çanakkale, Denizli, Amed, Gaziantep, Îzmir, Qers, Kirklareli, Konya, Mêrdîn, Mersîn, Sincîr, Nevşehir, , Sêwas, Riha, Wan, Bismil, Kurtalan, Nîzîp, Nurdagî, Pirsûs, Wêranşar)
Komeleya Adiyamaniyan
Federasyona Astengdaran a Deryaya Navîn
Federasyona Elewî BektaşîFederasyona
Komeleyên ElewiyanFederasyona
Komeleyên AmedêÎnîsiyatîfa Azadiya Ramanê ya Enqereyê
Konfederasyona Yekîneyên Elewiyên EwropayêKomeleya Bismilî
Konfederasyona Rêxistinên Sivîl a Bitlîsê (BITLISKON)
Xwendekarên Zanîngeha Boğaziçiyê Tevlî bûn
Koma Parêzerên HemdemPlatforma Demokrasiyê ya Datça
Yekîtiya ji bo Demokrasiyê (DÎB)Parêzerên Demokrasiyê
Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk
Diem25 Türkiye Collective
Koma DiyalogêKomeleya Doğubeyazıtliler
Platforma Komeleyên Rojhilat-Başûrrojhilat (DGD).
Înîsiyatîfa Li Dijî Sûcê Fikirê
Federasyona Komeleyên Elih Batmanê
Yekîtiya Hevgirtina Penaberan
Komeleya Mafên Astengdaran û Pêşeroja Bê Asteng
Konfederasyona Astengdaran
Federasyona Pêkhateyên Bê Asteng Garip Dede
Komeleya Muzîkjenên Kêmdîdî
Platforma Demokrasiyê ya Güngören
Platforma Maf û Edaletê ûnavendên civakê
Federasyona Komeleyên Îdirê
Hevpeymaniya Dadweriya Avhewayê
Navenda Komeleya Mafên Mirovan
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK)
Federasyona Komeleyên Karakoçanê
Koma Parêzerên Beşdar (KAV).
Komeleya Çandê ya KAYY-DER
Federasyona Komeleyên Mêrdînê
Komeleya Dayîk û Dildarên Zarokên Astengdar a Mêrsînê Mezîtlî
Platforma Hawirdorê ya Muğlayê
Federasyona Komeleyên Mûşê
Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (ÖHD)
Parêzerên Demokratên Azadîxwaz
Federasyona Komeleyên Patnosê
Komeleya FarqînêKomeleya Astengdaran a Siwêrek
Federasyona Komeleyên Şîrvan
Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî
Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB)
Foruma Çandî ya Türkiye-Almanya
Komeleya Endamên Fakulteya Zanîngehê (UNİVDER)
Berxwedana ValidebağParastina Validebağ
Rojnivîska Erdê
Însiyatîfa Welatiyan
Parlamenterê CHP ê Amedê Sezgîn Tanrikûlû di weşana zindî ya TV100 de wiha gotibû: “Ma ew ne Hêzên Çekdar ên Tirk bûn ku darbeya faşîst a 12ê Îlonê pêk anî? Ma ne ew artêş bû ku di 15ê Tîrmehê de hewla derbeyê da, gund şewitandin… Bi dehan kuştinên kiryar nediyar. Dozên ku ez dişopînim hene. “Ma ne Hêzên Çekdar ên Tirk in ku 15 gundî ji helîkopterê avêtine, ev yek jî bi biryara AÎHMê hatiye piştrastkirin“. Piştî van gotinan Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di derbarê Tanrikûlû de lêpirsîn da destpêkirin. Piştre Serokê Giştî yê AKP û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan jî got “Heqaret û îftira bêceza namînin”.