Hemû alî piştevanîya yekxistina hêza Pêşmerge dikin
Dilşad Şehab, rawêjakarê Serokê Herêma, piştî civîna Nêçîrvan Barzanî û Partîya Demokrata Kurdistanê, di konferansek rojnemevanî de behsa naveroka civînê kir.
Dilşad Şehab di konfiranseke rojanamevanî de ragehand, derbarê danûstandinên Herêm û Bexdayê gotûbêj hatin kirin.
Şehab got:Behsa mijara destûrê Îraqê hate kirin, ku di Civata Nûnerên Îraqê de pêngav bo guhertina wê dihên havêjtin û bo vê mebestê jî hewla yekxistin û yekgirtina nûnerên Kurd didin li Îraqê.
Amaje bi wê yekê jî da, ku pêngavên Serokatîya Herêmê bo yekxistina hêzên Pêşmerge bi hevkarîya wezareta Pêşmerge û sazîyên hikumetê destpêkirine û cihê xweşhalîyê ye ku hemû alî piştevanê Serokê Herêmê ne bo evê mebestê.
Şehab daxûyakirin ku , di civînê de behsa berdewamîya peywendîyên navbera Serokatîya Herêmê û alîyên sîyasî hat kirin ji bo ku peywendî baştir û bihêztir bin di nav Herêma Kurdistanê de.
https://www.facebook.com/kurdistan24.official/videos/3998601426832825/?t=162