
Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê Bêlarûsya li Iraqê civiyan û di wê hevdîtinê de pêşxistina pêwendiyên navbera herdû aliyan hat gotûbêjkirin.
Roja 15.5.2019an Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî Balyozê Bêlarûsyayê li Iraqê Andrey Savinik kir û ligel wî civiya. Di civînê de pêwendiyên herdû welatan hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, rewşa ewlehî ya deverê, geşepêdana pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Bêlarûsya hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de Mesrûr Barzanî aşkere kiriye ku Herêma Kurdistanê amade ye pêwendiyên xwe ligel Komara Bêlarûsya bihêztir bike û da zanîn ku Herêma Kurdistanê derfetên baş guncaw bo kompanyayên biyanî amade kiriye.
Andrey Savinik jî behsa pêşketinên welatê xwe yên di warî pîşezî û bazirganî û aboriyê da kiriye xoşhaliya xwe bo bihêzkirina peywendiyan ligel Herêma Kurdistanê derbirî ye. Herwiha amaje bi wê yekî jî kiriye ew gelekî dixwazin di warê bazirganî û perwerde û xwendina bilind tendirustî û cotkariyê da di navbera Komara Belerûsya û Herêma Kurdistanê de geş bikin.