Polîtîk

Plaka Şêx Seîd di sala 1937an de hat qedexekirin

Di parlementoya Tirkiye de parlementerê HDPê yê Wanê pêşniyarek kir ku, bila lêkolînek di derbarê astenkkirin û guvaşên li ser zimanê Kurdî de heyîn bête kirin. Di Pêşniyara xwe de parlementerê HDPê behsa guvaşên li ser zimanê Kurdî dike. Herweha Murat Sarsaç di pêşniyara xwe de dibêje, Rate qedexeya li ser zimanê Kurdî hate rakirin, lê hêja ji bo hinek Kurdî kiset dikin rasta êrîşa tên û ji bo pêşxistina zimanê Kurdî tu gav nehatine avêtin.
Parlamenterê AK Partiyê yê Rihayê Halil Ozşavli bersiva pêşniyara parlementerê HDPê yê Wanê da û got : Di dema partiya wan de Kurdî wek zimanê dayîkê hatiye qebûlkirin. Di sala 1937an de plaka ji aliyê Şêx Seîd ve hatiye xwendin hat komkirin û qedexekirin. Di heyama AK Partiyê de Kurdî wek zimanê dayîkê hatiye qebûlkirin û ji bo pêşxistina Kurdî di asta şoreşê de hinek biryar hatin bicihkirin.
Halil Ozşavlî diyar kir ku di dîroka Komara Tirkiyê de gelek astengî û qedexekirin li hemberî Kurdî hatine danîn û got: “Ez nabêjim di heyam kê de qedexe li ser Kurdî hatiye danîn, hûn bixwe dizanin. Di sala 1925an de pirtûka Nefela Biharê hat qedexekirin. Di sala 1937an de plaka ji aliyê Şêx Seîd ve hatiye xwendin bi bihaneya gotinên xirab têde hene hat komkirin û qedexekirin. Di sala 1944an de pirtûka bi nave Barbû ya li Bexdayê ji aliyê Weşanxeneya Necah ve hatî çapkirin qedexe kirin têkeve walat.”
Ozşavlî destnîşan kir ku bi vî rengî bi sedan belge hene.
Parlamenterê AK Partiyê herwiha ragihand ku kursên Kurdî cara ewil di heyama partiya wî de hatine vekirin û wiha pê de çû: “Piştî gavên AK Partiyê li her derê fêkiyên wê hatin dîtin. Serokatiya Karên Diyanetê, Quran bo Kurdî vergerand. Niha Kurdiya akademîk li her derê heye. Zanîngeh dikarin beşa Edebiyat û Zimanê Kurdî vekin.

Back to top button