Polîtîk

Mehma Xelîl: Erebên ku komkujiya Êzdiyan kirin, niha li Şingalê ne

Rewşa Şingalê roj bi roj xerabtir dibe û Qaymeqamê Şingalê dibêje, êdî ew rewşa xerab a Şingalê ji dest derketiye.

Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev çendîn sal e ku koçberên Şingalê di kampan de dijîn û rewşa bajêr ji dest derketiye û tiştek bi navê yasya û îdare û birêvebirin li wir nemaye. Şingal bûye cihekî wêran.”

Mehma Xelîl

Xelîl wiha got: “Rêxistin û saziyên mirovî ji ber rewşa xerab a ewlehiyê li wir, nikarin alîkariyan bighînin Şingalê.”

Mehma Xelîl wiha domand: “Bi dehan kom û girûp li Şingalê çêbûne û piraniya wan Erebên derdora Şingalê ne, ku destê wan di komkujiya Êzdiyan de hebû.”

Qaymeqamî Şingalê dibêje: “Rewşa Şingalê pêwîstiya wê bi çareseriyeke navdewletî heye û pêwîst e hikûmeta Iraqê û hikûmeta Kurdistanê pêkve hewl bidin ji bo çareserkirina wê.”

 

 

Back to top button