Nivîsar

Dê roj hilê

 

“Dê roj hilê“ navê pirtûka çîrokan a nivîskarê kurd ê başûr Kek Xelîl Duhokî ye. Beriya ku ez pirtûkê şîrove bikim, dixwazim derbarê nivîskarê hêja Kek Xelîl Duhokî de çend gotin bibêjim.

Di nav nivîskarên Başûrê Kurdîstanê de ên ku bi alfabeya Latînî/kurdî dinivîsin yek jê jî Xelîl Duhokî ye. Ew nivîskarekî berhemdar e. Wî 26 pirtûkên hêja nivîsîye û di kovarên curbecur de bi sedan nivîs, gotar weşandiye. Herweha ew helbestvan û lêkolîner e û wî derbarê çîrok û helbesta kurdî de du antolojî amade kirine. Helbestvan Xelîl Duhokî vê carê bi qevdeke kurteçîrokên kurdî berhemek edebî pêşkêşê xwendevanên kurd kiriye.

Dostaniya min û wî 35 berê dest pê kir û hêj jî didome. Beriya ku ew were Swêdê, li Şamê hevalekî min, nimra telefona min dabuyê û dema ew hate Stockholmê telefona min kir û me hevûdu dît. Ji wê rojê pê ve di navbera me de dostaniyek germ, dostaniyek rasteqînî dest pê kir. Bi minasebeta vê nivîsê ez dixwazim du anektod rave bikim. Dostekî min dixwest bi keçek re bizewice, lê li welatê xerîbiyê kesek wî tune bû ku here jê re keçikê ji malbata keçikê bixwaze. Wî ji min re got, min jî ji Kek Xelîk Duhokî re got û em çûn me keçikê ji malbata wê xwest.

Keç xwestineke din jî, kurê min dixwest bi keçek kurdê başûr re bizewice. Bavê keçikê kurdekî soranîaxiv, me dê baş nexistana serê hev. Min ji Kek Xelîl re got em çûn me keçikê xwest. Niha ji wê zewacê du kurên wan ango du newiyên min hene.

Dema Kek Xelîl Duhokî di parçeyek Kurdistana azad de bi navê “Nûbûn“ kovareke çandî/kulturî, edebî weşand car caran ez bi nivîsên xwe pê re bûm alîkar. Dema ez çûm başûrê Kurdistanê ez çûm serlêdana Kek Xelîl. Ez çûm cihê wargeha kovarê. Ew dem hêj kovar weşana xwe didomand. Kek Xelîl ji çaviya maseyê zerfek derxist û da min. Di zerfê de pere/dînar hebû. Wî got “Ev heqê nivîsên te ên ku di kovara “Nûbûn“ de hatine weşandin. Min pere hilanî, min texmîn kir ku tu ê rojeke werî başûrê Kurdistanê, ji xwe heger tu nehata min ê bi xwe re bianiyana Swêdê û li Stockholmê bidana te.“ Ez ji xwe re mabûm şaş û ecêb. Heta ew roj û hêja jî ewqas nivîsên min di rojname û kovaran de derketine, min yek quruşek jî, ji tu kovarek negirtiye. Di nav nivîskarên kurd de ên ku herî pir nivîsên wî di kovarên curbecur de derketine yek jê jî ez im û min ji tu weşanek pere nexwestiye û negirtiye. Min ji Kek Xelîl re spas kir û jê re got “Ev ji bo min weke suprîzek bû. Heta niha kesek ji bo nivîsek min jî pere nedaye min.“

Piştê van herdu anektodan, em werin danasîn û nirxandina pirtûka wî a çîrokan. “ Dê Roj Hilê“ nod /90/ rûpel e. Di nav weşanên “Lîs“ de li Amedê/Diyarbekirê hatiye weşandin. Edîtor Ebdelah Şêxo ye, derhêner Şener Ozmen e. Serrastkirin Berken Bereh e. Tê de 15 çîrok hene.

Belê, di pirtûkê de panzdeh çîrok hene. Ez ê behsa naveroka hemûyan nekim, qala hinekan bikim. Çîroka ku sernavê wê “Dê roj hilde“ ye, çîroka yekem a pirtûkê ye û vê çîrokê navê xwe daye pirtûkê. Pirtûk û herweha çîroka yekem a pirtûkê bi vê hevoka xweşkok, manedar û giranbiha dest pê dike:

Hemû tarîya cîhanê nikare ronahîya fenerekê veşêre.”

Mirov kurd be û nekeve zindanê, ma dibe!.. Kurdên ku neketine zindanê hindik in. Di sed salên dawîn de li herçar parçeyên Kurdistanê bi hezaran, bi milyonan kurd peyderpey di pêvajoya dîroka nêzîk a kurd û Kurdistanê de ketine zindanê. Çar dewletên dagirker gelek kurd kuştine û gelekan avêtine zindanê. Di vê çîroka yekem a pirtûkê de jî kurdekî ku di zindanê de ye tê rave kirin.

Kurdekî ku di zindanê de pê cure cure şkence dikin, lêbelê ew di berxwede dide, neaxive, çû tişt nabêje. Di vê çîrokê de zindan, şkence, lêdan û herweha berxwedan heye. Girtîyê di zindanê de, ji ber tawanbariya/sucdariya belavok û nivîsê hatiye girtin. Di herçar parçeyên Kurdistanê de, dagirkerên desthilatdar herdem ji nivîs û belavokên kurdan tirsîyane û hêj jî ditirsin. Lewre jî kurdên ku dinivîsin û belavok belav dikin digrin diavêjin zindanê.

Çîroka duyem sernavê wê “Kuştin“ e. Sîxurekî dewleta faşîst a Baasê ji alî pêşmergeyan ve tê girtin. Dema sîxur direve pêşmergeyekî dikuje. Birayê pêşmerge jî, ji bo tolhildanê diçe birayê sîxur dikuje. Lêbelê ew birayê sîxur zilamekî baş bûye.

Çîroka sernavê wê “Nehênî“ ye, çîrokek civakî ye. Di gundek de zilamekî çeleng, xweşmêr ku navî wî Xalid e, dizewice. Lê, jê re zarok çênabe. Malbat carek din wî bi keçek din re dizewicîne, dibe du jinên wî, lê dîsa zarok tune. Paşê Xalid diçe cem doktor. Doktor wî kontrol dike û di encama muayenê de, fêm dibe ku zarok ji Xalid re çênabe. Doktor jê re dibêje “ Zarok ji te çênabe.“ Xalid vê nehênîya xwe dizî dihîle û ji kesek re nabêje. Malbat jê re jina sêyem jî tîne.

Di çîroka sernavê wê “Derewan dike, derewan!..“ de derewa ku keçikek Sirîlankî li penaberekî kurd î ciranê xwe dike tê qal kirin. Keçik wî vedixwîne mala xwe û pê re seks dike, pevşabûnê pêk tîne û paşê diçe navenda polîsan û gilîya wî ji polîs re dike, dibêje “Ew cîranê min e û hatiye tecawizê min kiriye.“ li ser vê bûyerê polîs penaber ku navî Behzad e digre diavêje hepisxaneyê. Ev derew gelek li zora Behzad diçe û ew di hepisxaneyê de eqilê xwe wenda dike, dîn dibe.

Çîroka “Li pey nêçîreke din gerîya..“ çîroka malbateke penaber e. Pirs û pirsgirêk û nakokîyên nav malbatî tê rave kirin. Nakokîyên nav malê digehe çi encamî, di çîrokê de baş tê qal kirin.

Di çîroka sernavê wê “Hawar li Kurdînîyê..“ de mekan paytextê Irakê bajarê Bexdat e. Li wir di navbera keçek kurd û xortekî arab de têkiliyeke evînî dest pê dike. Keçika kurd û kurikê arab ji hevûdu hez dikin, dibine evîndarên hevûdu. Baş e, ev hezkirina wan diçe serî yan na? Evîndar digîşin miradê xwe yan na? Bersîva pirsan di çîrokê de ye. Heger xwendevan pirtûkê bikirin û bixwînin dê bersîva pirsan fêr bibin.

Di çîroka “Derket“ de, malbateke penaber ku li Norweçê bi cih û war bûne, tê rave kirin. Keça malbatê bi xortekî norweçî re têkilî datîne û ew dibine evîndarên hevûdu. Keç kurd û misilman û xort norweçî û xirîstîyan. Ka dê çawa bibe? Dê malbata keçika kurd razî bibe ku keça wan bi xortê Norweçî re bizewice? Dê çawa bibe? Ev problemeke civakî ye û rengê xwe daye vê çîrokê.

Çîrokên ku di pirtûkê de ne, bi zimanekî sade û gelêrî hatine nivîsîn. Di naveroka wan de bûyerên civakî û sîyasî yên civaka kurd ku li başûrê Kurdistanê û Îraqê pêk hatine bi zimanekî edebî hatine rave kirin.

Weke ku di berga paşîn a pirtûkê de jî tê gotin : “Geh li ser pêşmergetîyê: Welatê ku bûye malê talanê; merivên ku hatine hêran di ber destarê zilimkarî û qirkirinê de; girtîyên ku her û her xwe li bin guhên dîwarên xweragirtinê didin û kurdhezên ku hîç nagihin miradên xwe!

Geh li ser kurdînîyê: Kurdê ku bi derengî li kurdînîya xwe rast tê, Kurda ku asê dimîne di navbera hevjînê xwe yê bîyanî û kurdewarîya xwe de. Kurdê ku welatê xwe bi malê dinyayê difiroşe û birayê xwe dike qurbanîyê riswatîya xwe û qehremanên bêwijdan!

Bûyerine nakok û teqlomeqlo! Carinan pêkenok û carinan dilêş û dilsoj. Lê hemû diherikin ber bi deryaya kurdînîyê ve!“

Çîroka “Guhertin“ bi sahneyeke erotîk dest pê dike. Ji hêla rave kirina erotîzmê de, di çîrokên din de jî hinek hevok û taswîrên erotîk hene. Di çîrokan de ne bi awayê porno, bi awa û şêweyeke hunerî, edebî erotîzmeke bi hest û ruhê kurdî tê rave kirin. Wek têt zanîn erotîzm û porno heman/eynê tişt nîn in. Di çîrokê de di hêla pevşabûn û şadimaniyên nûjen/modern de, guherînin ku hatine pêkanîn hatiye rave kirin. Di pêkanîna pevşabûnê de, hunera ku jina mêrik nîşan dide, şadimanîyeke bêpayan mêrik li hemberê jinê dixe nav şik û gumanan. Paşê çi dibe? Di navbera jin û mêrî de, çî diqewime? Bila ew jî wek meraq bimîne ku xwendevanên vê gotarê dixwînin, biçin pirtûkê bikirin û bixwînin.

Xwendevanên ezîz, bawer bikin min bi dilxweşî tevahîya çîrokên ku di pirtûka nivîskarê kurd ê ji başûrê Kurdistanê hêja Kek Xelîl Duhokî de bû, xwend. Hemû çîrokên pirtûkê baş û xweş in, bi naverokên rengîn in. Pîrtûk hêjayê xwendinê ye, divê hûn jî wê bikirin û bixwînin.

Lokman Polat

 

 

 

Back to top button