Polîtîk

Civîna her du hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê careke din ragehand ku ew piştevaniyê li hikûmeta Adil Abdulmehdî dikin û tekîd li ser qewareya siyasiya Herêma Kurdistanê di destûra Îraqê da kir û bi pêwêstî zanî ku li gor destûrê miamile bi Herêma Kurdistanê re bê kirin û hurmet ji mafên destûriyên Herêma Kurdstanê ra bê girtin.

Serokwezîr Barzanî got ku Herêma Kurdistanê amadeye alîkariya Bexdayê bike ku hemû pirsgirêkan bi taybetî yên ku di berjewendiya xelkê Îraqê da ne bike û hemû beşên din yên Îraqê  pêşkeftinê bibînin  û rewşa  aborî baştir bibe.

Di civîna hevbeşa navbera hikûmeta federal aya Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê da ku roja yekşemê 28.04.2019ê li Hewlêrê hat saz kirin, şandeya hikûmeta Îraqa federal bi serokatiya Fuad Hisên Cîgirê Serokwezîr û wezîrê aboriyê Îraqê û bi endametiya; wezîrê pilandananê, wezîrê zîraetê, pêşesazî, bazirganî û hijmareka cîgirên wezîran û şêwermed ji wezaretên cudayên Îraqê pêkhatibû. Şandeya hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û bi endametiya Qubad Talebanî Cîgirê Serowkezîr, Mesrûr Barzanî şêwermendê Civata Ewlehiya Herêma Kurdistanê û hijmare ji wezîr, şêwermend û berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê pêkahtibû.

Di civînê da, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û pirsgirêkên hilawîstiyên navbera her du hikûmetan hat kirin û her du aliyan tekîd li ser pêwîstbûna diyaloga cidî kir ku ev civîn berdewamiya civînên berê bû, ji ber hindê Civta Aboriya Îraqê biryar da ku ev civîn vê care li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê be û digel hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên aborî, gomrik, (quality  control) û çend mijarên din gotûbêj bikin.

Her du aliyan tekîd li ser karkirin û cîbicîkirina wan mijaran kir ku di berjewendiya giştiya Îraq û Herêma Kurdistanê da ne ku li gor lihevtêgihştina berê hindek ji wan mijaran ketine di warê piraktîkê da û yên din jî pêwîstî bi zêdetir diyalog û pêkanîna komîteyên taybetmedar  bi taybetî ji bo wan pirsên aliyên qanûnî hene heye. Di vî warî da bi pêwîst hat zanîn ku parlamentoya Kurdistanê biryara rastevkirin û cîbicîkiirna qanûnên îraqî li Herêma Kurdistanê bike.

Civîn bi awayekî giştî erênî  û li ser bingeha liberçavgirtina berjewendiyên giştî bi rêve çû û biryar hat dank u civînên husa berdewam bin û şandeyeka bazirganî ya Herêma Kurdistanê di demk nêzîk da serdana Bexdayê bike.

Back to top button