Wezîrê derve yê Almanya gihat Hewlêr

0
18

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas gihîşt Hewlêrê Paytexta  Kurdistanê û biryar e ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê bicive û komek pirsên girêdayî bi Almanya, Herêma Kurdistanê û Iraqê guftûgo bike.

Peyamnêrê K24ê li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê da zanîn. Biryar e îro Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas îşev li Herêma Kurdistanê bimîne û sibe hevdtinê ligel nûnerên pêkhateyên netewî û olî yên Herêma Kurdistanê bike û serdana kampeke koçberan jî bike.

Serdana Wezîrê Derve yê Almanya piştî rojekê ji serdana Wezîrê Derve yê Hollanda Stef Blok û civîna wî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re tê.

Duhî Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas bi serdanekê gihîştibû Bexdayê û ligel berpirsên wî welatî civiyabû.

Pirsa dubare avedankirina navçeyên ziyan gihîştinê, rûbirûbûna terorê û dosya koçberan tewereke sereke ya guftûgoyan bû.

وه‌زیری ده‌ره‌وه‌ی ئه‌ڵمانیا گه‌یشته‌ هه‌ولێر

Posted by Kurdistan24 on Tuesday, 18 December 2018

Nerîna min :