CîhanPolîtîk

ENKS li gel wezereta derve ya Rusya civiya

Îro li Moskova paytextê Rusyayê heyeta ENKSê di serokatiya Kamiran Haco de li gel cîgirê wezîrê derve yê Rusyayê civiya.

Li ser vexwendina fermî ya Wezareta Derve ya Rûsya şandeke  ENKSê serdana Moskova kir û li gel cîgirê wezîrê derve yê vî welatî civiya. Di civînê de behsa çekirina destûra Suriye hate kirin û di vê derbarê de daxwaziyên kurda gihandin Rusyayê.

Herweha li gora agahdariyên taybet, di civînê de behsa operasyona Tirkiye ya li rojhilatê Firatê hatiye kirin û di vê derbarê de Rusya helwesta xwe daye xûyakirin.

Ji aliyek din rewşa suriye ya niha û taybetî rewşa Kurdistana Rojava bûye rojeva civînê, û behsa derbasbûna Pêşmergeyên Roj ya Kurdistana Rojava jî hatiye kirin.

 

Back to top button