Li Başûrê Iraqê çikas diçe rewş tevlihevtir dibe. Ji bo xizmetgûzarî û karnekirina hukumeta Bexdayê li bajarê Basrayê xwepêşandan destpêkirin û ev yek di demek nêzik de li gelek bajarên Başûr wek Misan, Necef û Kerbelayê belav bûn.Serokwezîrê Iraqê serdana Basrayê kir lê xwepêşandana ditina wî red kirin. Xwepêşandan li hinek bajaran avahiyên partiyên siyasî dişewitinin û dest tadînin li ser hinek avahî û dezgehên hukumetê.Li himber van bûyeran Ebadî hêzên ewlehiyê kirin amadebaşîyê de û behsa kuteya leşkerî tê kirin. Piştî hilbijartina , parlementoya nû nekari bicive û hukumetek nû bê teşkîlkirin. Bê istikrarî belav dibe. Bexda di nava acizîkî de ye.Ji bo pişgiriya xwepêşandanên li Başûr li Bexdayê yî ji bo xwepêşandana amadekarî tê kirin. Hêzên ewlehiyê ji bo rê li xwepêşandanan bigrin kolan û cadeyên Bexdayê digrin û hatin çûyînê qedexe dikin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: