Li Konsulxaneya Fransa ya Hewlêrê, bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo bîranîna Roja Nîştîmanî ya Fransayê merasîmek hate sazkirin.Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ragihand: “Ev 10 sal in Fransayê konsulxaneya xwe ya li Hewlêrê vekiriye. Konsulxane jî hevdem li gel Roja Nîştîmanî ya Fransayê, wate roja 14ê Tîrmehê hatiye vekirin.”Peyamnêrê me got: “Di ahenga îro de him bîranîna 229emîn salvegera serxwebûn û şoreşa Fransayê ûy him jî bîranîna vekirina konsulxaneya wî welatî ya li Hewlêrê hate pîrozkirin.”Hersal roja 14ê Tîrmehê Konsulxaneya Fransayê li Hewlêrê ji bo wateya vê rojê pîrozbahiyan saz dike û berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amade dibin.Peyamnêrê me da zanîn, ku di pîrozbahiyên îro de Konsulê Fransayê Dominik Mass gotarek pêşkeş kir û behsa peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê kir.Mass bi taybetî bal kişande ser hevkariya herdu aliyan, ku bi tabetî di dema şerê DAIŞê de Fransa yek ji wan welatan bû ku herî zêde alîkarî da Hêzên Pêşmerge.Herwiha di merasîmê de Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî gotarek pêşkeş kir.Di dema merasîmê de keka rojê jî ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Fransayê li Hewlêrê Dominik Mass ve hate parçekirin.
Pêş
18/04/2024
Rêber Ehmed: Li Herêma Kurdistanê rêxistinên terorîst tunene
18/04/2024
Nêçîrvan Barzanî: Divê hilbijartin bi rizamendî û beşdariya hemû aliyan bê kirin
Têkildar
Balkêş e ?
Close