4 ji 10 kompaniyên mezinên cîhanî li Kurdistanê ne

Çar ji 10 kompnaiyên naskiriyên cîhanî yên ku, di warê neftê de kar dikin, kontiraktên neftê digel herêma Kurdistanê îmza kirine.
Ajansa nûçeyan a amerîkî Associated Press (AP) di raporeke xwe de behsa kontitaktên neftê yên herêma Kurdistanê digel kompaniyên cîhanî îmza kirine dike û dinivîse ku heta niha herêma Kurdistanê kariye digel 4 kompaniyên naskiriyên cîhanê, di ware neftê de, girêbestan îmza bike.
AP di rapora xwe de îşaretê bi yedeka (îhtiyat) nefta herêma Kurdistanê dike û dibêje ku, yedeka nefta herêma Kurdistanê 45 milyar bermîl e û “Vê yekê jî wisa kiriye ku kompaniyên mezin yên cîhanî berê xwe bidin herêma kurdistanê û tevî rêgiriyên hikûmeta Îraqê, di warê neftê de sermayeyê xwe birazînin.”
Associated Press di nivîse ku heta nuha 4 ji 10 kompaniyên mezin û naskirî li ser astê cîhanê (Exxon Mobil, Chevron, Total û Gazprom) di warê neftê de kontrakt digel herêma Kurdidstanê îmzakirine.
AP di rapora xwe de sedemê vê yek ji bo hindê diyar dike ku, hikûmeta herêma Kurdistanê di dema îmzakirina kontiraktên neftê de gelek hêsankariyan bo kompaniyan dike û herwesa rewşa emnî a Kurdistanê, miqayîse digele deverên din yên Îraqê, aramtir û biîstîqrartir e.