Polîtîk

Dewlet tam kadro diçe Dîlokê

Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul, serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, serokê MHPê Devlet Bahçeli, serokê meclîsê Cemil Çiçek, bi minasebeta merasîma definkirina 9 hemwelatiyên ku jiyana xwe ji ber teqîna bombeyan wenda kiribûn, diçin Dîlokê. 

Doh danê êvarê li navenda bajarê Dîlokê, li navçeya Şehît Kamîl, nêzika qereqola Karşiyaka, wesaîteke bombebarkirî hatibû teqandin. Di encama teqînê de jê 4 zarok, 9 hemwelatiya jiyana xwe ji dest dabûn. Dîsa di encama bûyerê de 67 hemwelatî jî birîndar bûbûn. 

Sibe li Dîlokê, ji bo hemwelatiyên ku jiyana xwe ji dest dane wê merasîmek bê lidarxistin. 

Back to top button