Polîtîk

Divê Celaledîn li ser gotinên xwe bê mehkeme kirin

 

Berdefkê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî li parlamentoya Îraqê di daxuyaniyekê de bersiva zanayê mezheba Şîye da û got ku, çênabe gotinên wî bê reaksyona kurdan derbas bibin.

Mueyd Teyb berdefkê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê di bersiva Celaledîn Sexîr zanayê mezheba Şîye de û got:

Çênabe ew daxuyaniyên Celaledîn Sexîr bi hêsanî bi ser kurdan re derbas bibin û divê ew li hemeber wê daxuyaniya xwe weke tawanbar bê mehkeme kirin. Ji ber ku yê li dijî her pêkhatekê têkdanê bike li dijî destûra Îraqê ye.

Celaledîn Sexîr zanayê mezheba Şîyî ku, dewreya berê endamê parlamentoya Îraqê, ser bi lîsteya Civata Balaya Îslamî a bi serokatiya Emar Hekîm bû, li mizgefta Burasay li Bexdayê di gotareke xwe de gotibû kurd ji ola îsalmê dûrketine û bervajiya ola îslamê tevdigirin. Ew, helwesta kurdan ya di ware rêgirtin li pêşiya hatina leşkerê Îraqê bo Zumar û devrerên din yên kurdan û helwesta kurdan li hember serhildana gelên surî bi çend çîvanokên îmamên Şîyna ve girêdide û dibêje:

Dema îmamê Mehdî derdikeve dê yekm car li dijî kurdan şer bike.

Teyb dibêje ku, destûra Îraqê dirustkirina nakokiyan û dijatiyê di navbera pêkhat, ol, mezheb û neteweyên Îraqê de qedexe kiriye û bi tawan dizane.

Berdefkê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê dibêje:

Me li Îraqê pêwîstî bi yeksanî, tebayî û aşitiyê di nevbare hemû gelên Îraqê de heye, ne çêkirina duberekiyê û çandina kînê di navbera gelên Îraqê de.  

 

Back to top button