Polîtîk

Divê Tirkiye li Haag bê mehkeme kirin

Duhî 21.08.2012ê li qontara çiyayê Qendîlê, bi amadebûna xelkê devera Pişder, Bêtwên, Qendîl, devera Balakayetî, Soran û malbata şehîdan, merasima yeksaliya şehîdên gundê Kurtek ku, parsal ji aliyê firokeyên şerî yên Tirkiyeyê ve şahîd bûnm bi coşeke mezin hat pîrozkirin. 

Sîrwan Hisên ku, bavê wî di wê bûyerê de hatibû şehîd kirin ji Xendanê re got ku, ew bi dijwarî dewleta tirkî rexene û şermezar dikin ku, bi navê dewleta îslamê di meha remezana pîroz de hevwelatiyên sivîl dike hedef û şehîd dike:

Em ji Tiekiyeyê dixwaz in ku bi fermî uzra xwe bixwaze û tezmînat bide qurbaniyên wê bûyerê û tawanbarên wê tawanê li mehkemeya navdewletî bên mehkeme kirin.

Sîrwan got ku, wan li mehkemeya Qeladizê şikayet li ser Tikiyeyê tomar kiriye û daxwaz jê kiriye ku şikateya wan bigihînin mehkemeya navdewletî li Haag. Herwesa wî rexne li hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Îraqê a federal girt ku heta nuha ew bûyer binavdewletî nekiriye.

Weke tê zanîn di 21ê meha tebaxa parsal ku hevdem bû digel 21ê meha remezanê, Firokeyên şerî yên Tirkiyeyê erbeyeke malbateke cotkarên devera Qendîlê kir hedef û 7 kes ji malbatekê şehîd kirin.

Back to top button