Cîhan

Obama rejima Suriye tehdît kir

Serokê Emerîka Barack Obama di derbarê karanîna çekên kîmyawî de, bala rejima Suriye kişand. Obama bi zimanek vekirä got ku eger rejima Suriye çekên kîmyawî kar bînê dê encam gelek xiarb be.

Li gora ajansa Reuters ragihandî di vê derbarê de serokê Emerîka got: Heta wek niha min tu fermana midexelaya leşkerî ji bo Suriye nedaye. Lê eger çekên kîmyawî ji bo cihek din bêne veguhezandin yan jî bi awayekî bêne karanîn dê ev biryara min bête guhertin.

Berdewamiya axavtina xwe de Obama got: Pirsa çekên kîmyawî yên di destê rejima suriye de ne tenê girêdayî Suriye bi tenêye. Ev yek girêdayî li hevhatinên me li herêmê ne û herweha girêdayî rewşa Îsraîl e jî.

Obama got: Em çavderiya rewşê dikin. Me hemû hêzên xwe li herêmê agahdar kirine ku ev çek ji bo me xeta sorin.Eger bi awayekî bêne karanîn dê encam ji bo Suriye gelek xirab be.

Di derbarê siyaseta Emerîka ya Suriye de ev cara yekem e ku serokê Emerîka bi vî awayî zelal helwesta xwe dide nîşandan. Ji bo vê jî ev helwesta serokê Emerîka dikarê tewezina siyasî li dijê rejimê bide guhertin.

Back to top button