Li Îranê endezyarî, fîzîk, matematîk xwendin ji jinan re qedexe kirin

Li Îranê ji bo jinan, xwendina wek beşên endezyarî, fîzîk, arqeolojî, matematîk, karsazî, fîzîka nukleerê, 77 beşên lîsansê hatin qedexekirin.
Wezareta Perwerdehiya Bilind û Zanistiyê a Îranê, bi hinceta “ku mezun dibin nikarin kar bibînin”, ji jinan re, ji gellek beşên lîsansê perwerdebûn hate qedexekirin.
Di ezmûnên têketina zanîngehê de jinên Îranî, kontenjan ji %65 tije kirinê û li gorî mêran hîn serkeftîne. Ev biryara qedexekirinê, ji aliyê parêzvanên mafên mirovan û hin parlementeran ve, rasta bertekeke tund hatiye.
Bi vê biryarê li Îranê, li 36 zanîngehên welêt, di beşên wek wêjeya îngiliz, wergeriya îngilizî û karsaziya otelê, arqeolojî, karsazî, zanista compîtorê, fîzîka nukleer, endezyariya ceryan û pişesaziyê jî di nav de, di 77 beşan de tenê mêr wê karibin xwendinê bikin.
Zanîngeha Pişesaziya Neftê ku li çar aliyê Îranê fakulteyê xwe hene, eşkere kir ku êdî ji ti beşan re wê xwendevanên jin qebûl neke.
Parêzvanê mafên mirova yê xwedan xelata Nobelê yê Îranî Şîrîn Ebadî ku li Îngiltere li sirguniyê dijî, bertek nîşana vê biryarê da û name ji Neteweyên Yekbûyî û gellek saziyên navneteweyî re şand.
Şîrîn Ebadî di nameya xwe de diyar kir ku, ev biryar di qada civakî de bêtehemuliya li hemberî jinan a komara îslamî ye. Tê xwestin ku, jinan têxînine malê û maf daxwaziya wan ji destê jinan bigrin.