Cîhan

Heleb di destê me de ye

Bajarê Helebê piranî di bin kontrola arteşa azad de ye.

Fermandarê hêzên arteşa azad Abdulkadir Salah li bajarê Helebê konferansek rojnemevaniya darxist.

Salah dibêjeku, bê ku ew ferqiyekî bêxin di nav dinekî,mezhebekî ji seda 70-ê bajarê helebê vergirtine û di çerçova mafê mirovan de karê xwe pêktînin. Herweha da xuyakirin ku berê hinek bûyerên tund ji aliyê hinek leşkerên wan ve hatibin kirin jî, niha ew tişt nemane.

Herweha Salah deverên ku di destên wan de li ser xerita bajêr nîşa rojnemevana kir. Li gora ku Salah dibêje li Helebê taxên wek  Bustan El Kasr, Seyful Devle, Fardus, Selahaddin, Hamdaniye, Sukkari û Kadi Asker di bin kontrola arteşa azad de ye.

Hanunu, Haydariye û Sahur mahallerinin jî bi temamî ji leşkerên rejimê hatine pakij kirin.

Back to top button