Cîhan

Fransa : "Me ji mixalifên Suriyê re muhîmat şand"

Serokwezîrê Fransa Jean-Marc Ayrault, ji televzyona Fransî a RMC’yê re axifî. Ayrault diyar kir ku, wana ji dijberên Esed, yanê mixalifên Suriyê re ambûrên ragihandinê û muhîmatên ku bi armanca xwe parastinê tên bikaranîn şandine. Serokwezîrê Fransa, bi taybet anî ziman ku, muhîmatên ku wana bi mixalifan re şandine,  taybetiya wan muhîmatana a kuştin û birîndarkirinê tinebûye. 

Serokwezîr Jean-Marc Ayrault diyar kiriye ku, heta Beşşar Esed, dest ji desthilatdariyê bernede, li Suriyê qeyrana siyasî wê çareser nebe. ji bo ku pêşî li pevçûnên nav civakê bêne girtin, pêwiste hikumeteke demborî were ser kar.  

 

Back to top button