Cîhan

Şerê li Suriyê pekiya Libnanê: 7 mirî û 70 birîndar

Şer û pevçûnên li Suriyê, civakên Elewî û Suniyan yên li Libnanê anîne hember hev. Di pevçûnên ku li kolanan dewam dikin û 2 rojên nesekinêne de, 7 kesa jiyana xwe wenda kir û 70 kes jî birîndar bûye.  Li bajarê Trablusê ew 2 rojin ku nakokiya di navbera civaka Elewî û Suniyan de, li Libyaya ku 15 sala şerê navxweyî jiyaye, careke din bi bûyerên li Suriyê diqewimin, bandora xwe li vî welatî dike û wana tîne hember hev.

Serokdewletê Suriyê Beşşar Esedê ku Elewî ye, li hemberî mixalefeta ku Sunî ye şer dike. Serokwezîrê Libnanê Necip Mikatî, banga aliyan kir ku, dev ji van pevçînên bevaç berdin.

Trablus, gelheya xwe 200 hezar e û duyemîn bajarê mezin yê Libnanê ye.  Serokwezîr Mikatî diyar kir ku, çembera agir a ku çar aliyê Libnanê girtiye, lazime em xwe dûra wî agirî bigrin û li welatê xwe, şerê welatekî din nekin.

Li Trablusê di navbera  taxa Suniyan a bi navê Bab el Tabbane û li herêma Elewiyan Cabel Muhsin, bişev heta sibê dengê çekan kêm nebûye û herdu aliya bombeyên desta avêtine hev.   

Bijîşkê ku bi Reutersê re axifîye diyar kiriye ku, ji 7 kesên ku mirine, 2 kes Elewî bûne û 5 kes jî Sunî bûne. 

Di destpêka şer û pevçûnên ku li Suriyê destpêkirine heta roja îro, car caran li Libnanê bûyer qewimîne lê ti pevçûn qasî ev 2 rojên dawiyê dewam nekirine. 

Balkêş e ?
Close
Back to top button