Cîhan

Xameneyî: Çênabe rojava li Suriyeyê xetên sor derbas ke

Rêberê bilind yê şoreşa îslamiya Îranê Elî Xameneyî daxwaz ji feyleqa Quds a ser bi Pasadran ve kiriye ku, kiryarên terorîstî li dijî dewletên rojava û ew welatên alîkariya şoreşa Suriyeyê dikin û daxwaz ladana Beşar Esed dikin, encam bidin.

 Li gor rojnameya Telegraph a berîtanî, hindek çavkaniyên mixabrata welatên rojava eşkere kirye ku, berprisê bala yê olî yê Îranê Elî Xameneyî bi nihênî digel konseya ewlekariya netewîya Îranê li Taranê civyaye û di civînê de kartêkirina jinavçûna rijêma surî li ser Îranê minaqeşe kiriye.

Telegraph di rapora xwe de diyar dike ku, Xameneyî bi xwe serokatiya civînê kiriye û di civînê de hatiye tekîd kirin ku, berjewendiyên netewî yên Îranê ji ber çembera aborî ya ku rojava û Amerîkayê jiber bernameyê Îranê yê etomî li ser Taranê danaye ketine di xeterê de û herwesa jinavçûna rijêma surî ku, êkane hevalbenda Îranê ye li herêmê, dê bi awayekî raserast tesîreke nêgetîv li berjewendiyên Îranê bike.

Li gor raporê, divê Îran li heber tehdtên li ser  emina wê hene bêdeneg nemîne û divê berprisên îranî ji rojava re diyar bikin ku, li Suriyeyê xetên sor hene û bi ti awayî çênabe rojava li Suriyeyê wan xetên sor derbas ke.

Îranê hişadrî daye Amerîka, Berîtaniya, Tirkiyê, Siudiyê û Qeterê ku, divê di helwestên xwe yên li hember Suriyeyê hişiyar bin.

Li gor rojnameya Telegraph, Elî Xameneyî ferman daye Qasim Silêmnî farmandarê feyleqa Quds ku, li dijî rojava û ew welatên alîkariya opozisyona surî dikin êrîşên xwe çir bikin.

Back to top button