Cîhan
Çentê li ber sefareta tirkî bêzerar bû

Duh êvarê li ber avahiya sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Stockholmê paytexta Swêdê, çenteyekî bêxwedî hate dîtin. Polîs hatin cîyê bûyerê û bi gumana ku, dikare bombe di çente de hebe, polîsan avahiya sefaretxaneyê vala kir û rêyên derdorê jî girtin. Lê paşê derket holê ku tu madeyên teqînê di çente de nebûne.
Li gor malpera Zayele, saet şeşê êvarê polîsên ku hatibûn biryar dan ku derdor bê valakirin û sê saetan piştre çente hate teqandin. Rêya ber balyozxanê heta nîvê şevê girtî ma