Iraq û Ermenistan alîkariya Îranê dikin

Hatiye ragîhandin ku Îran di van du-sê salên dawiyê de, bi diravên Îraq û Ermenistanê xwe li serlingan radigire. Bankayên Îraq û yên Ermenistanê, di transfera diravan de, aboriya Îranê xurt kirine û berepêş birine.
Dorpêça navnetewî ji bo programa nukleeri ya Îranê ku li ser Îranê heye, zextê li aboriya Îranê nake û desteka herî mezin bankayên Ermenistan û yên Îraqê ew li ser lingan ragirtine.
Li gor çavkaniyeke ku navê xwe ji Rojevakurd re diyar nekiriye, dibêje ku bankaya Navendî ya Îraqê di nava salekê de yazdeh milyar dirav hinartiye Îranê. Heta hin çavkanî dibêjin ku serokwezîrê Îraqê Malikî ji sed milyarî zêdetir dolar hinartine Tehranê.
Alîkariyeke din a Îraqê bi Îranê re jî, firotina nefta Îranê ye ku li ser navê Îraqê tê firotin. Heta niha bi milyaran bermil nefta Îranê di xelîca Îranê de bi navê ”Nefta Îraqê” ji aliyê zilamên Malikî ve tê firotin. Di radeya yekemîn de jî, şerîkeyên Elmanyayê dikirrin.
Demekê Tirkiye jî eynî hawe bi Îranê re dikir û Emerîka ew ji wê kiryarê daye bipaşxistin. Li ser vê meselê, Emerîka hişyarîyeke zirp daye Ermenistanê jî.