Polîtîk

Amerîkayê hişdarî nedaye kompaniyên neftê

Wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta Kurdistanê ew nûçe yên ku dibêjin qaşo Amerîkayê daxwaz ji kompaniyên xwe yên petrolê kiriye li Herêma Kurdistanê kar nekin, direw derxistin.

Li gor nûçeya AFP, peyvdara wezareta derve ya Amerîkayê Victoria Nuland di daxuyaniyekê de gotiye:

Divê kompaniyên petrolê digel hikûmeta Iraqê li hev bikin û bi awayekî rasterast digel Herêma Kurdistanê girêbestan îmza nekin.

Aştî Hewramî wezîrê samanên xwezayî di vê derbarê de ji AKnewsê re got:

Ew nûçe bê bingih e û ji rastiyê dûr e, berûvajî kompaniyên bêtir ji niha dixwazin di warê petrolê de li Herêma Kurdistanê kar bikin, ev tenê propagende ye û ne tiştekî din e.”

Hewramî herwesa, di berdewamiya axavtina xwe de got ku, gelek hindek kes û alî hene dixwazin hikûmeta Amerîkayê helwestek wisa li hember kompaniyên neftê nîşan bide:

Ew axaftin tenê ya wan kesane ku dixwazin Amerîka axaftineke wiha bike, eger na Amerîka bi ti awayekî axaftineke wiha nekiriye û tiştek ji me re, wek hikûmeta herêma Kurdistanê,  negotiye.

Weke tê zanîn hema bêje di hemû malperên kurdî de nûçeyek hatiye weşandin ku qaşo, berdefka wezareta derveya Amerîkyê daxwaz ji kompaniyên neftê kiriye ku, bêy razîbûna hikûmeta Îraqê, kontraktên neftê digel herêma Kurdistanê îmza nekin. 

Lê vaye wezîrê nefa Kurdistanê wan nûçeyan red dike û duhî kompaniya Total a fransî kontraketeke nû a neftê digel herêma Kurdistanê îmza kiriye.

Back to top button