Altan Tan: Ew êrîşa li hemberî min hatiye kirin
Parlementerê Amedê yê BDPê Altan Tan, li Cizîrê çû sersaxiya parlementerê Şirnexê yê AKPê Mehmet Emin Dindarê ku çend roja berê, bi êrîşeke çekdar birayê wî Ramazan Dindar hatibû kuştinê. Altan Tan îfade kir ku, li hemberî birayê parlementer Dindar, êrîşa ku hatiye kirin, li hemberî wî û birayên wî hatiye kirin e.
Altan Tan, li mala taziyê dia xwendin û xemgîniya xwe anî ziman. Tan diyar kir ku, Mehmet Emin Dindar, heval û dostekî wî yê pirr nêzik û berê ye û ew mirovekî muteber û binirx e. Li herêmê malbata Dindar, malbateke kû tê hezkirin û bawer kirin e.
Parlementer Tan wiha got, “êrîşa ku li dijî birayê parlementer Dindar hatiye kirin, mîna ku li hemberî min û birayê min hatiye kirin e. Loma jî, ji kê û kuderê tê bila bê, ez lanet û şermezar dikim. Di serî de Emin Dindar, ji hemû xizmên wan re sebrê ji Xwedê dixwazim. Ez dixwazim bila rojekê pêşde, kujer werine girtin û hesab ji wan were pirsîn. Di vê mijarê de ku çi dikeve ser milê me, ferz e ku em ê bicih bînin.”
Parlementerê Şirnexê yê AKPê Mehmet Emin Dindar, birayê wî Ramazan Dindar, 18ê Tebaxê roja şemiyê ku ew û hevalekî wî li Cizîrê digeriyan, rasta êrîşeke ku ji aliyê 2 kesan ve hatibû kirin hatibû û li nexweşxanê jiyana xwe wenda kiribû.