Civak
Em lanetê li teqîna Dîlokê dibarînin
Serokê BDP-ê Selehattin Demirtaş di derbarê bûyera teqînê ku li bajarê Dîlokê (Entab) çêbûyî û di encam de 9 kesan jiyana xwe ji dest dayî daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Di daxuyaniya de Demîrtaş dibêje: Em vê teqîna ku bûyî sedemê kuştina hevwelatiyên me yên sivîl û zarokan û vê bûyera ku cejna remezanê kirî qada xwînê şermezar dikin lanetê lê dibarînin. Piştî bûyerê ew kesên ku partiya me kirîn armanca erîşan jî şermezar dikin.
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Demirtaş got: Em dixwazin piralî lêpirsîn bête kirin û bi hemî awayî ev bûyer bête zelal kirin. Em dixwazin welê bête zelalkirin ku tu şikek di vê bûyerê de nemîne. Em cardin vê bûyerê şermezar dikin û sersaxiyê ji gelê xwe re dixawazin û xwedê şîfayê bide birîndaran.