Polîtîk

HPG: Ti eleqa me bi teqîna Dîlokê re tine ye

HPGê daxuyand ku, bûyera li Dîlokê wana nekiriye. Li ser navê HPGê, daxuyaniyeke nivîskî bi ANFê (Ajansa Nûçeyan a Firat) re hatiye şandin. 

Daxuyanî wiha ye: “Di 20ê Tebaxê de li Dîlokê teqînek pêk hatiye. Him rayedarên dewletê him jî çapemeniya Tirk dixwaze vê bixîne stûyê me. Bi vê teqînê re ti eleqeya hêzên me tine ye. Gelê me û rayagişt jî zane ku, tevgera me, li hemberî sivîlan êrîşan nake. Jixwe hêzên me, 

li ser banga Konseya Rêvebir a KCKê ku, xwestibû em ji pêvçûnan dûr bikevin, daxwaziyê bi cih tînin. Di rojên cejnê de, bê pêvçûnên ku ji ber operasyonan pêk tên, ti êrîşên hêzên me çênebûne.”  

Doh piştî êvarê, li Dîlokê, wesaîteke bombebarkirî li nêzika qereqola Karşiyaka hatibû teqandin û di encamê de 8 kesa jiyana xwe ji dest dabûn û 67 kes jî birîndar bûbûn. Di destpêkê de çapemeniya tirk bûyer wek PKKê kiribû lanse dikir. 

Back to top button