Li Entabê kî bombe teqand?
Li Bajarê entabê bi teqandina otomobilek bombekirî 8 kesên sivîl di nav de zarokek jî jiyana xwe ji dest da. Nêzikî 60 kesî jî birîndarin.
Ev bûyer û awayê bûyerê wek bûyerên welatên Erebîne. Taybetî li Iraq û suriye ev cureyê çelakiyan dibin. Tevgerên îslamiyên radîkal van bûyeran pêktînin û piranî xelkê sivîl xelkê bê xalîxerez dibin armanca van êrîşan.
Bûyîna êrîşek bi vî avayî didê xuyakirin ku destê Suriye yan jî yê Iraqê di vê teqînê de heye. Medya Tirkî di cihde têxe stuyê PKK-ê. Şewîdin piştî bûyerê hinek kesên nijadperest alayên Tirkiye bilind kirin û dijê PKK-ê şîar avêtin.
Lê ihtimala mezin kî çewe ev çelakî kiribê Suriye di pişt vê çelakiyê de ye. Yanî ev çelakî bi daxwazî û pişgiriya suriye bûye.
Tê zanîn ku welatên cîran van bûyerên bi vî awayî li dijê hev kartînin. Çi welat be yan jî çi rêxistinbe , yê ev bûyer kirî divê bê şermezar kirin. Armanc polis yan jî leşkerbin di encam de xelkêk sivîl zarok têne kuştin.
Ev bûyer bivê nevê dikeve di xizmeta nijadperestên tirk de. Tenê ew van bûyeran ji bo berjewendiyên xwe yên qirêz kar tînin. Ji bo vê ihtimala ku bi awayekî destê Ergenekonê jî di vê bûyerê de hebê gelek e.
Hêvî ewe ku ev îhala qirêj nemîne li ser tu tevgerekî bi nave kurd û kurditiyê kar dike.