Ti xalên berçav derbareyê çareser kirina pirsa Kurd tuneye
Helwesta partiyên kurd li Bakurê Kurdistanê di derbarê referanduma ku ji bo guhertina destûrê de çêbê çîye?Ji bo bersiva vê yekê me hinek pirs ji serokê Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) Mesud Tek pirsîn.Serokê PSKê Mesud tek dibêje: Destura nû divê deshilatê xweciyê bi hêztir bike nek deshilatê navendi û rê li ber federalizmê xweş bike û hwd. Hevpeyvînel li gel serokê PSKê Mesud Tek:
Rojevakurd: Hun wek partî van guhertinên di destûrê de hatîn kirin çewe dibînin?Mesud Tek: Di projeya Guhertina Desturî ya qismi da, ku ji bona rapirsiya giştî hatiye pêşkeş kirinê, ti xalên berçav derbareyê çareser kirina pirsa Kurd û bi hêztir kirina proseya demokrasî li Tirkiyê nine. Destura berê, ku berhema dema kudutayê 12’ê Îlona sala 1980’î ye, weki xwe maye û Destura hanê yek bûye sedema aloztir bûna pirsên civakî û bi taybetî jî pirsa Kurd.Bi gotineka dinê, Kurd li Bakurê kurdistanê, di vê rapirsiya giştî da rû be rûye bijardeyê baş û bijardeyê xirap da nine, rû be rûyê bijardeyên xirap û xiraptir da ye.Her usa di nava Kurdan û rêxistinên Kurdistanê da li ser xirap û xiraptirê da têgihiştineka hevbeş nine. Hinek kes û aliyên siyasî destura heyî xiraptir dizanin; hinek alî jî guhartinên Destûrê yên ku ji aliyê Parlamentoyê Tirkiyê da hatiye pejirandinê…Rojevakurd: Gelo li gor we dive destûrek çewe hebê? Mesud Tek: Me bir û bawerî û peşniyarên xwe yên li ser Desturê hem bi Kurdi û him ji bi Tirkî pêşkeşê birû rayê giştî kiriye.(Binêrehttp://www.rojawelat.net/kurdistan/cozum-icin-demokratik-ve-federal-bir-anayasa-h2228.html û http://www.rojawelat.net/kurdistan/ji-bo-careseriy-makezagoneke-demokratk-federe-h2227.html)Bi gor me ji bona Tirkiyê destureka nû pêwist e neku destureka pînekiri. Divê destura nû di zirufa aşitî û demokrasiyê da û bi beşdarbûna hemu aliyên civakî ve were amade kirinê û xizmeta çareser kirina pirsa Kurd bi rêka diyalog û aşitiyane bike û bibe nişana pirdengî, pirrengû û pirçandiya Tirkiyê ye.Destura nu divê hebuna Kurdan û pêkhateyên din yên dini û etnikî bipejirine û mafên wan binasine û desteber bike.Destura nû divê deshilatê xweciyê bi hêztir bike nek deshilatê navendi û rê li ber federalizmê xweş bike û hwd. Rojevakurd: Di vê referandumê de Na ji bo we tê çi watayê?

