CivakPolîtîk

PDK-T dengê rêbaza pîroz a Barzaniye

PDK-T keta pêvajoyek nûjen û dijwar de. PDK-T li Bakur dê bibe dengê kurd û Kurdistaniya. Partî partiyek gelêrî û li ser xeta netewiye. PDK-T dê bibe demana serkeftina rêbaza Barzanî li Bakurê Kurdistanê.

Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye(PDK-T) roja 4ê meha Nîsan a 2016ê yekitiya xwe ragihand. Di dîroka PDKê li Bakur de ev gavek gelek girîng bû. Wek tê zanîn PDK-Bakur ji sala 2010ê pêve di nava xwe de parçe bû. Ev parçebûn û ji hevbelavbûn di van 5-6 salên dawî de çikas çû berfirehtir bû.

Di vê qonax a parçebûnê de, piraniya grubên xwe wek PDK nav dikin û îdia dikin ku li ser rêbaza Barzanî li Bakur siyasetê dikin yekitiyek pêkanîn. Ev yekitî di nava refên PDK-T de çêbû. Yekitî 4ê Nîsanê bi konferansek çapemeniyê ji bo Raya Giştî re hate ragihandin.

Di pêvajoya yekitiyê de  hemû alî û grubên xwe PDK dihesibînin re pêwendî hate dayîn. Herkes ji vê pêvajoyê agahdar bû. Nêzikî 5-6 mehan ev pêvajo berdewam bû. Di encam de yekitî pêkhat. Tu cara mirov nabêje ev yekitî bi seda sed pêkhatiye. Heta kesek jî derveyê yekitiyê mabê pêwiste diyalog li gel bê kirin û hewldan bêne kirin ku ev yekitî herkesekî hemêz bike.

Bê guman dê hinek kes gazinda bikin, ev gazind hemû divê bi erênî bêne nirxandin. Lê dijderketina vê yekitiyê ne ji niyeta pakija siyasî tê.

Yekitiya PDK-T, tê wateya hêzbûna xeta netewî li Bakurê Kurdistanê. Bi vê yekitiyê Partî dest xebatek aktif dike û cihê xwe yê pêwist di qada siyasî de tejî dike. Dema rexneyek bê kirin nabê ku di astê kesan de be. Bila rexne li siyaseta ku ev partî rêve bibe bê kirin.

PDK-T partiyek eşkere û li Bakurê Kurdistanê Tirkiye yasayî ye. Bê guman ev partî dê hewl bide ku bibe dengê Kurda û xwe bigihînê wê hêzê ku bibe bersiva daxwaziyên netewî li Kurdistanê.

PDK-T li ser rêbaza Barzanî siyasetê dike û tucara ji vê yekê şaş nabe.

Herkesê ku xwe li ser vê rêbazê dibîne cihê wan refên PDK-T ye.

Nûçe/analîz N.Firat -Rojevakurd

Back to top button