Xeyal û armanca şehîdên me dîyar e; serxwebûn

Tevgera Ciwanên Kurdistanê li Diyarbekirê di semînerîkî de, roja darvekirina Qadî Mihemed  bi bîrnîn. Tevgerê behsa xebta pêşewa adî kir.Di vê derbarê de daxûyaniyek i bo raya giştî ragihandin. JI RAYA GIŞTİ Û ÇAPEMENIYÊ REMe di riya serxwebûna Kurdistanê de gelek şehîd da. Gelek serok û rêberên me, xwe ji miletê xwe re kirin qurbanî. Lê ji bo me mîraseke mezin a têkoşînê û nesîhetên zêrîn hiştin. Wek ku Pêşewa Qazî Mihemed di wesîyeta xwe de dibêje;“Livê cihanê ji bo jîyaneke çend roj û bêqîmet xwe nefiroşin dijminan. Ji ber ku dijmin dijmin e, bawerî bi dijmin naye.”Pêşewa Qazî Mihemed Ala Kurdistanê emanetî Nemir Barzanî kir û pê bawer bû ku wê Ala Kurdistanê li ser milên wî liçiya û bajarên Kurdistanê bilind bibe. Îro bi pêşengiya nevîyên Nemir Barzanî Pêşmergeyên qehreman li başûrê Kurdistanê Ala Rengîn bilind dikin û diber de xwe dikin qurbanî. Em birêzdarî bejna xwe li ber şehîdên Kurdistanê ditewînin.Xwedî lê derketina şehîdan, bi peyvên pûç û vala nabe. Ger em dixwazin li şehîdan xwedî derkevin; divê em dirêya wan de bimeşin, ji bo xeyal û armanca wan bibin serî têbikoşin û guh bidin nesîhetên wan.Xeyal û armanca şehîdên me dîyar e; serxwebûn. Nesîhetên ku li me kirine jî dîyar in. Ji me dixwazin ku em ji bo serxwebûnê têbikoşin, wan li hemberî dijminan fedîkar nekin, xwe nefroşin dijminan û tola wan hildin.Em soz didin hemû şehîdên Kurdistanê ku emê tim ji bo serxwebûna Kurdistanê têbikoşin, wan li hemberî dijminan fedîkar nekin, tola wan hilînin û xwe firoşan jî tevlî dijminan bavêjin çopa dîrokê.Wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê em dişexsê Pêşewa Qazî Mihemed de hemû şehîdên Kurdistanê birêzdarî bibîrtînin û dişexsê Îran a dagirker de hemû dagirkerên Kurdistanê lenet dikin.TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ31.03.2016

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: