
Li çend rojên derbasbûyî de herî kêm 261 donim zeviya 11 cotkarên Rojavayê Kurdistanê hatine şewitandin û tê guman kirin ku kesên wê karê kirine ser bi Da’îşin.
Abdulwehab Xelef Endamê Encûmena Bajaroka Safiye dibêje: “Li vir gelek dûkel bilind bûye û me daxwaza hevkariyê ji tîmên agirkujê kirin, piştî temirandina agirê jî derket ku nêzîkî 261 donimê 11 cotkaran hatiye şewitandin. Agir hê jî li vir û li gundê Xaşûka ku sê kîlometir ji vir dûre heye”.
Niha li Rojavayê Kurdistanê demsala dirûnê destpêkiriye û beşek ji cotkaran dest bi dirûtina berhemên zeviyan kirine. Ew cotkarên ku hê jî dest bi dirûtinê nekirine, tirsekê zêde heye ku çi be mebest bê yan jî bê mebest bê rojek genimên wan jî agir bigrê û keda salekê ji wan biçe.