Polîtîk

Hikumeta Kurdistanê alîkariya 50 hezar malbatên kêmderamet dike

Ji ber virusa Korona û qedexeya hatin û çûnê bandorê li ser kêmbûna dahatên hejmarekê zêdeyê malbatan kiriye û ji bo wê yekê jî li Dihokê paketên xorekê li ser 50 hezar malbatan tê dabeş kirin.

Mecîd Seyîd Salih Cîgirê Parêzgerê Dihokê li civînekê rojnamevaniyê da îro çarşem 20.05.2020 ragihand 50 hezar malbatên kêmderamet hatine destnîşankirin bo ku yarmetiyê pêşkêşî wan bikin û ew yarmetiyên ku îro têne dabeşkirin ji çar maddeyên xorekî pêkhatine, lê belê hevkarî jî her berdewam dibê û li rojên pêş de hinek alikariyên din jî têne zêde kirin.

Ev proje ji aliyê Wezareta Bazirganî û Pîşesaziya Hikumeta Kurdistanê ve tê bi cîhkirin. Desteyek li ser asta Herêma Kurdistanê ji bo vê projeyê hatiye pêkanîn û lîjneyekê hevbeş jî aliyê peywendîdaran ve li ser asta parêzgeh û qezayan hatiye pêkanîn.

Back to top button