
Parlementarek daxwaza eşkere kirina encama lîjneya derxistina rastiyên dosyeya Mistefa Selîmî dike
Yek ji Parlementerên Parlemena Kurdistanê ku lêkolînê li dosyeya radest kirina Mistefa Selîmî ji aliyê Asayîşa YNK bi Îranê kiribû, li nameyekê vekirî da, daxwaz ji Hikumeta Kurdistanê kir bersîva yaddaşta wan ya li vî derbarî de bide.
Li vî derbarî de Nizar Mela Ebdulxefar Endamê Parlemena Kurdistanê ji Fraksiyona PDK û endamê wê lîjneya dûvdaçûnê ji bo dosyeya radestkerên Mistefa Selîmî kiribû û li nameya xwe ya ji bo Hikumeta Herêma Kurdistanê ragihand, em pênç parlementerên ji lîjneya navxweyê roja 21ê nîsanê me yadaştek pêşkêşî we yên birêz kiriye ku têda daxwaza rastî û dirustiya radestkirina welatiyê Kurdê Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Mistefa Selîmî dikîn. Di derbarê radestkirina wî ya bi Îranê, dixwazîn rastiya vê babetê ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê bê eşkere kirin.
Her wiha nivîsiye: Ew lîjneya li Hikumeta Herêma Kurdistanê ve hatiye pêkanîn, tevahiya rastiyan ji bo me û raya giştî ya xelkê Kurdistanê eşkere bike.