25 milyon dolar bo penaberên rojavayê Kurdistanê

Di van rojan de hijmareke zêde ya kurdên rojavayê Kurdistanê weke penaber qesta herêma Kurdistanê kiriye û saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê ew li kampan bi cî kirine.

Di vê çarçoveyê de, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê biryar da ku, 25 milyon dolar weke alîkarî bo penaberên rojavayê Kurdistanê bexşîn.

Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got ku, wek xemxor, pabendbûn û weke wezîfeyeke niştimanî û netewî lihemer alîkarîkirina ew malbatên ji ber şer û pevçûnê li Suriyeyê diqewimim weke penaber ber bi herêma Kurdistanê ve hatine, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê 25 milyon dolar ji bo alîkarîkirina wan penaberan berdest kirin. Ew perey ji bo pêdawîstiyê serek weke xwarin û pêdawîstiyên saxlemiyê ye.

Dizeyî got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê careke din daxwaz dike ku, pêwîste civaka navdewletî bi cidî di hewara penaberên rojavayê Kurdistanê yên li herêma Kurdistanê were alîkariya wan bike.

Nerîna min :