Polîtîk

%20 budçeyê ji bo Kurdên Rojava ye

Roja yekşemê 18.08.2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li nameyek de ji bo Serokayetiya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê pêşniyar kiriye ku bi navê zêdetir yarmetîdana koçberên Rojavayê Kurdistanê % 20 ê bûdçeya yek mehî ya her sê Serokayetî û aliyên siyasî û dam û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta yarmetîdan û hevkarîkirina koçberên Rojava ku nîştecihê Herêma Kurdistanê ne bê terxan kirin. Eve li xwarê jî naveroka nameya Serok Barzaniye:

Ji bo birêz / Serokayetiya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê

Silavekî germ..

Yarmetîdana wan xuşk û birayên li Rojava hatine û hêvî bi Herêma Kurdistanê kirine erkekî neteweyî û mirovdostaneye. Bi navê baştir yarmetîdana wan ezîzan pêşniyar dikim bi rêjeya %20 ê bûdçeya yek mehî ya hemû partiyan û her sê Serokayetiya Herêma Kurdistanê û hemû saziyên kargêriyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hevkarî û yarmetîdana xuşk û birayên penaberên Kurdên Rojava bê terxan kirin.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

18.08.2013

Back to top button