Îroj

20'ê Rêbendan

20’ê Rêbendan

Di sala 2001’an û di rojekî wekê îroyê de George Walker Bush bû 43. ji bo Serok Dewletê, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê hate bijartin.

George Walker Bush (6’ê Tîrmeha 1946’ê), serkomarê 43’ê yê Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê ye, ko ji 20’ê Rêbendana 2001’ê û vir ve serkomar e. Ew li sala 2004’ê ji bo cara duyê hat hilbijartin û niha gerra wî ya duyê ya serkomarînîyê ye.

Berî bibit serkomar, ew ji sala 1995’ê heta 2001’ê Hakimê 46’ê yê wîlayeta Têkzas bû. Ew endamê Partiya Komarîxwaz e û ji malbateka ji alî yê siyasî ve herî bibandor li DYE ye. Bavê wî kevneserkomarekê DYE ye û birayê wî yê biêûktir, Jeb Bush hakimê wîlayeta Florîdayê ye. Corc serkomarê yekê ye ko bawernameyeka Mastera Zanistan di rêvebirinê da heye.

Ew bi Serkomarê Şerî dihêt binavkirin û ji roja dubare hatin hilbijartina xwe heta niha ji ber arîşeyên mîna Şerê dijberî Tirskarîyê (Terror), Şerê Azadiya Îraqê, Şerê Efxanistanê, Zîndana Guantanamoyê, Bahoza Katrînayê, Zîndana Ebûxirêbê, û gelek arîşeyên navxweyî û derveyî li ber rexneyan e.


Jînenîgar

Li Nû Hêyvina wîlayeta Kinêtîkita DYE hat dinyayê. Ew kurê mezinê babê xwe, George H. W. Bush, û dayika xwe Barbarayê bû. Bapîrên wî li sedsala 17’ê ji Inglistanê hat bûn DYE.

Dema ew hêşta du salî, daybabên wî ji Kinêtîkitê ber bi Têkzasê barkir. Ew digel 4 xweşk û birayên xwe; Jeb, Neil, Marvin û Dorothy yê li Hustunê mezin bû. Xweşkeka wî li sala 1953’ê li jîyê 13 salîyê bi nesaxiya Şêrpenceya Xirokên Spî yên Xwînê anko leukemiayê mir.

Bapîrê Corcî, Prescott Bush sênator bû û babê wî jî ji sala 1989’ê heta 1993’ê serkomar bû. Hindek caran ji ber navê babê wî, bi şaşî dibêjin Corcî Corc W Bûşê Biçûk. Lê babê wî George H. W. Bush e, anko “H”ek zêde heye. Jeb, birayê wî du gerran hakimê Florîdayê ye. Bandora malbata Bûşî di siyaseta Partiya Komarîxwaz da berfireh û kevnar e.

Back to top button