KulturRojev

15ê Gulanê Roja Zîmanê Kurdî Pîroz Be

Mîr Celadet Bedîrxan di 15ê Gulanê sala 1932an da kovara yekan a Kurdî û bî tîpên latînî Hawar çap û belav kir. Çap û belavkirina Hawarê şoreşa çandî û xîzmetekê mezîn bû.

Ji bona vê yêkê jî 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî hatiye îlan kirin.

Ziman stuneka gelek girîng a nasnameyê her netewe ye.

Parastina zimanê Kurdî parastina nasnameya Kurd e.

Dewletên dagirker, bi taybetî dewleta Tirk, ku vê rastiyê dizanin, bi hemu hêzên xwe ve hewl dane û didin, ku zimanê Kurdî ji hole rakin û bi vî awayî Kurdan bi hêsanî asîmîle bikin.

Lê belê, kar û xebata ronakbîr, nivîskar û helbestvanên welatparêz û cangoriyên Kurd nehiştine, ku dewleta Tirk bigihije armanca xwe ya kîrêt.

Li gel evê ku, îro jî gelek xeter li ser zimanê me hene, lê belê zimanê Kurdî zimanekê zîndî ye û erkê me hemu Kurdan e, ku zimanê xwe biparêzin û pêşve bibin.

Bi boneya 15ê Gulanê ve;

Li ber hizura hemu ronakbîr û nivîskar û helbestvanên Kurd, bi taybetî li ber hizura serkervanê Celadet Bedîrxan qirnoş dibin, ku bi kar û xebat û cangoriya xwe ve nehiştine dagirkerên Kurdistanê di warê ziman û çand da bigije armancên xwe.

Carekî dinê banga hemu Kurdan dikin, ku xweyî li zimanê xwe derkevin, di hemu warên jiyanê da, di mal da, di kargeh, kolan û dibistanan da bi Kurdî biaxivin.

Banga hemu malbatan dikin, ku di waxtê xwe da daxwaz bikin, ku zarokên wan di dibistanan da dersê kurdî bixwinin.

Banga hemu Kurdan dikin, ku beşdariya Kampanya Îmzeyan a Zîmanê Kurdî a Komîsyona 

21ê Sîbatê ku ji aliyê Platforma Zimanê Kurdî (PZK) û Tora Ziman û Çanda Kurdî ve hatiye amade kirin, beşdar bin.

Carekî dînê daxwaz dikin, ku zimanê Kurdî li Kurdistana Bakur bibe zimanê fermî û di hemu qonaxên perwerdeyê da bibe zimanê perwerdeyîyê.

Carekî dinê banga hemu hêzên siyasî, dezgeyên sîvîl, komelên demokratîk û ronakbîrên Kurd dikin, ku bona bi dest xistina armancên hanê bi hevra kar û xebatê bikin.

Pîroz Be 15ê Gulan Roja Zîmanê Kurdî!

14 Gulan 2021

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Back to top button