
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Washingtonê di pîrozbahiyên salvegera 250emîn a serxwebûna Amerîkayê de bi deh hezaran kesan re axivî. Di axaftinekê de Trump pesnê rabirdûya welatê xwe da û di heman demê de li dijî komunîzmê zimanekî tund bi kar anî.
Trump di çalakiyekê de li National Mall ku nêzîkî 150,000 kes beşdar bûn axivî û got ku 250 sal in, Amerîka “hêvî, soz, ronahî û serbilindiya” cîhanê ye.
Trump bi îdiaya ku komunîzm ji bo Amerîkayê gefê çêdike, diyar kir ku “Amerîka qet nabe welatekî komunîst. Komunîzm mehkûmî têkçûnê ye.”
Trump destnîşan kir ku leşkerên Amerîkî li deverên cûda yên cîhanê li dijî komunîzmê şer kirine û got, “Em ê nehêlin ku ev gef li Amerîkayê ji nû ve derkeve holê.”
Trump, peyamên ji axaftina xwe ya roja berê li Çiyayê Rushmore dubare kir, komunîzm wek nexweşîya “Pênceşêrê” ye. Trump got, “Komunîzm wek penceşêrê ye. Divê zû were jêbirin,” û îşaret kir ku ew ê vê yekê di kampanyaya xwe ya hilbijartina navîn de bike mijarek sereke.
Wî her wiha behsa kiryarên hikûmetê yên berê yên li dijî wî kir û got, “Li vî welatî azadiya axaftinê, azadiya olî û wekhevî li ber qanûnê heye. Her çend bi min re pir baş nehatibe kirin jî…”
Ji ber bahoza dijwar, qada pîrozbahiyê hate valakirin û axaftina Trump bi qasî saetek û 45 deqîqeyan dereng dest pê kir. Serok spasiya girseya li bendê kir û got, “Ger pêwîst be, ez ê heta saet 4:00ê sibê jî biaxivim. Îro 4ê Tîrmehê ye, ne rojek din e”


