DYA û Îranê li hevnekirin

JD Vance cîgirê serokê Amerikayê di derbarê hevdîtinên li gel Îranê li Pakistanê daxûyaniyek da û got ku, ew negihatine encamekî û li ser peymanekî li hev bikin.
Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance diyar kir ku ew dê ji Pakistanê derkeve lê wan “pêşniyara xwe ya herî baş û ya dawî” daniye ber Tehranê.
Heyeta Amerîka û Heyeta Îranê çend demjimêr hatin ba hev û gotubêj kirin.Piştî çend demjimêrên dan û standinên berfireh ên li paytexta Pakistanê, JD Vance di konferanseke rojnamegeriyê ya kurt de axivî û got:
“Em bi pêşniyareke gelekî sade ji vir derdikevin, şêwazeke lihevtêgihiştinê ku pêşniyara me ya herî baş û ya dawî ye.
Ka em bibînin gelo dê Îranî qebûl bikin yan na.”
Di konferansa rojnemevanî de JD Vance got:
“Rastiya ew e ku pêwîst e em sozeke piştrast bibînin ku ew ne li pey çeka nukleer in û her wiha ne li pey wan amûran e jî ku şiyanê didin wan ku bi lez bibin xwediyê çeka nukleerî.”
Vance ji pirsek Tehranê kir û got:
“Pirsa sade ev e; gelo em dê pêbendbûneke bingehîn a Îraniyan bibînin ji bo ku çeka nukleerî çênekin, ne tenê niha û ne tenê ji bo du salên bê, ji bo demeke dirêj?”
Vance bi xwe bersiva xwe da û anî ziman, “Heta niha me ew yek nedîtiye lê em hêvîdar in ku bibînin.”


