Îroj

11 Sermawez

Di sala 1975’an û rojekî wekê îroyê de Angola ji mêtîngeriya Portekîzê rizgar bû û serxwebûna xwe îlan kir.

Navê welatê ji zimanê mahallî ya Bantuyan tê. Di zimanê wan de navê welat N’gola bû lê piştî mêtîngeriya Portekîz bû Angola. Di sala 1951’an de ji aliyê Portekîzê ve wekê rêveberiyê derveyê deryayê ji nû ve hate avakirin. Wekê Afrîqayê Rojava ya Portekîz jî hate bilêvkirin.Xelkê Angola piştî redkirina mêtingeriya Portekîzê ji bo Serxwebûnê destpê şerê çekdariyê kirin.

Di dema şerê çekdariyê de grûbên çekdar yên Angolayê

1-Ji bo Serxwebûna Angolayê Tevgera Xelkê : (Movimento Popular de Libertação de Angola, MPLA). Girêdayiyê Partiyên Komînîst yên welatên Peymana Warşovayê bûn.

2- Enîya Serxwebûna Netewe ya Angola : (Frente Nacional de Libertação de Angola, FNLA); Li bakurê welat xwedî alîgir û girseyek mezin bûn. Her wiha têkîliyên digel Dewletên Yekgirtiyê Emerîka (DYA) û rejima Mobutu ya Zaîrêyê hebû.

3- Ji bo Seranserî Serxwebûna Angolayê Yekîtiya Netewî : (União Nacional para a Independência Total de Angola, UNITA); Tevgera Yekîtiya Netewî jî tevgerek li navenda Angolayê û bi piştgiriyê herêma Ovîbundu têkoşîna serxwebûnî dikir.

Di 25ê Avrêlê û 1974an de li Portekîzê Şoreşa Qernefîl pêk hat û rêveberiya Portekîz jî biryara kişandina leşkerên xwe yên li derveyê deryayê girt.Di vê biryarê de ji welatên Angola û Mozambîk jî hebûn.Ji ber vê yekê Angola piştî şerê gerîllayê 14 sal ,derfetek mezin girt û ji nişka ve serxwebûna xwe îlan kir.

Lê piştî îlankirina serxwebûn jî di navbera partiyên MPLA, UNITA, FNLA de şerên hundirî destpêkir.Di sala 1991’an ew grûbana biryara ‘Pergela Zaf Partîtî’ girtin û hilbijartinên demoqratîk hatin kirin lê dîsa di sala 2002’an de ji ber kuştinê serokên hevûdu şerên hundirî dîsa destpêkir.

Angola wekê welatên Afrîqayê, welatek li dijî nexweşiyên belavbûyînê re têkoşînek dide.

Back to top button