11 saliya Avesta
Di van 11 salan de bi qasî ku ji dest me hat, me di deqeya xwe de hûn ji bûyeran agahdarkirin. Me her demê hewl da ku em bi we re di diyalogê de bin, hûn ji me, em ji we nêzîk bin. Me her demê hûn ne tenê xwendevan û mêvan, me hûn xwediyê malpera Avesta dîtin.
Me bi alîkariya we û bi keda xwe Avesta kir weke markayekê, em niha dibînin ku li seranserê cîhanê malpeta Avesta tê xwendin û weke çavkaniyeke piştrast tê nîşandan. Bêguman ev me bêhtir bi karê me ve girê dide. Em bêhtir pê dihesin ku em li ser riyeke rast in.
Me xwe ji siyaset û hizbîtiyê bi dûr xist, me pîşeya xwe ya rojnamegerî her demê ji xwe re weke prensîb parast. Me got, em ne bêhelwest in, lê belê em karê rojnamegeriyê dikin, em dijîtiya kesekî, aliyekî, partiyekê nakin, me bikaranîna zimanê ragihandinê da pîşiya xwe û em pê axifin, me pê nivîsand.
Avesta ji malperekê zêdetir, gelek caran weke ajanseke nûçeyan kar kir. Heta niha jî, malpera yekemîn malpere ku zêde nûçeyan diweşîne.
Me bi styla wê ya taybetî hîşt ku taybetiyeke malperê hebe û ji malperên din cudatir be. Avestakurd heta niha jî wê cudabûna xwe diparêze.
Kêmasiyên me hene, em wa venaşêrin û nabêjin ku em 100% perfekt in. Rojane bi sedan name, mail û têbinî ji me re tên, em wan dinirxînin û roj bi roj ji berê zêdetir keda xwebaştirkirin û pêşkêşkirina ragihandineke hîn baştir didin.
Li aliyê din me bi servîsa me ya bi navê Newsletter bi deh hezaran kes ji bûyerên rojane agahdar kirin, di deqeyekê de me bi deh hezaran kes yên ku mailên wan li cem me hene, ji nûçeyên rojane agahdar kirin.
Malpera Avesta, bi keda hevalên min yên ku bi min re bi şev û roj kar dikin, bû malpreke bi dilê we û bizanibin ku li pişt vê serkeftinê, ekîbeke baş û di kar de hemaheng heye.
Min di vê kurtenameyê de tenê xwest sala we ya nû pîroz bikim, min nexwest di destpêka salê de serê we bi pirsgirêkên medya û ragihandina kurdî re biwestînin.
Sala 2010�an bi xweşî û nexweşiyên xwe derbas bû. Dibe ku ji bo hinekan dibe saleke pir xweş be, ji bo hinekan jî saleke nexweş û reş be. Ji bo min bi xwe jî, gelek aliyên wê yên nexweş û tarî hebûn, bêguman min di wê salê de gelek rojên xweş jî dîtin.
Bi hêviya ku hemû rojên 2011�an ji bo me hemûyan, xweştirîn roj bin, em têde ne biêşin ne jî biêşînin.
Ez bi navê hemû hevalên xwe di yekemîn roja sala nû de, sersala we pîroz dikim.
Mala we ava ku we em di van salên dûr û dirêj de em bi tenê nehîştin.
Her şad û bextewar bin.
Dilbixwîn Dara
Sernivîserê malpera Avestakurd
Almanya /Köln