Hêzên Muxalefetê ketin nava bajarê Helebê
Komên çekdar ên opozisyonê yên ku li Sûriyê bi hêzên rejîma Beşar Esed re şer dikin, ketin navenda bajarê Helebê. Roja borî komên dij rejimê yên ji bejahiya rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi pêş ve diçûn, bi giştî 56 gund û xalên leşkerî kontrol kiribûn û di pevçûnan de zêdetirî 100 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Dema komên çekdar ketin navenda bajêr, xwendekarên Zanîngeha Helebê dest bi derxistinê kirin.
Komên çekdar ên dijî rejîmê li Sûriyê duh û îro 12 gundên di bin kontrola rejîma Esed de li eniya Idlibê bi dest xistin. Koman îro bi giştî 14 gund û xalên din li parêzgehên Heleb û Idlibê xistin bin kontrola xwe.
Di pevçûnên ku 3 roj in dewam dikin de komên çekdar li Heleb û Idlibê bi giştî 70 cih û nuqte bi dest xistin û îro ketin navenda bajarê Helebê. Ji ber ku komên li dijî rejîmê ketin navenda bajêr, xwendekarên zanîngeha Helebê jî neçar man ku bên derxistin.
Ji danê vê sibehê ve şer û pevçûn di navbera aliyan de li derdora bajarê Helebê geş bû. Di dema ku pevçûn berdewam bûn, gelek kesên nêzîkî rêjîmê dest pê kirin ji Helebê ber bi Şamê ve direvin. Komên çekdar navenda lêkolînên zanistî, ku li yek ji derdora Helebê ye û ji aliyê hêzên rejîmê ve ji bo armancên leşkerî tê bikaranîn, girtin. Hat diyarkirin ku li navendê malzemeyên leşkerî yên girîng ên wekî bermîlên bombebarkirî û bataryayên topan tên hilberandin.
Ji aliyekê din ve, îro danê sibê balafirên şer ên Rûsyayê, êrişeke asmanî li ser baregehên dijbereyê li navçeya Marê li bakurê Sûriyê pêk anîn. Di êrîşê de ziyanên canî çênebûn, ziyanên madî çêbûn.