Lîstikvanê Kurd wê di fîlmê ‘JÎNA’ de bilîze

Hunermenda Kurd û lîztikvana xelatgir Dîlber Cizîrî, wê di fîlmê “Jina” ya derhêner Muhammed Arslan de bilîze. Cizîrî dibêje “Ev cîhan ya her kesî ye, mafê her kesî ye ku bi azadî bijî”.
Piştî mirina Jîna Mahsa Emînî, li Îranê û cîhanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. ‘Azadiya ramanê ya Saxarov’ di sala 2023an de ji aliyê Parlamentoya Ewropayê ve ji Tevgera Emînî û Jin, Jiyan, Azadî re hat dayîn. Jina ku li cîhanê bûye sembola azadiya jinê û çalakiyên li Îranê wê bên ser ekranên mezin.
Fîlmê ku wê derhêneriya wî Muhammed Arslan bike, wê tê de hunermend û şanogerên Kurd û herweha lîztikvanên navdar ên cîhanê jî beşdar bibin.
Dîlber Cizîrî, ku bi eslê xwe ji Cizîrê ye û li Almanyayê dijî, di gelek fîlmên ku tê de lîztiye xelat wergirtiye û her weha stranbêjî jî kiriye.
Cizîrî diyar kir ku wê li Monakoyê xelata lîztikvana herî baş û li Tirkiyê jî xelata taybet a jûriyê wergirtiye û got: “Wek Kurdek û beriya her tiştî wek mirov beşdarbûna di fîlmê Jîna de xizmetek e. Ev dinya ji bo her kesî ye. Mafê her kesî heye ku bi azadî bijî. Mixabin li her derê neheqiyên bi vî rengî li jinan tê kirin. Lê belê, her jin dayikek e. Li dijî van neheqiyan divê her kes dengê xwe bilind bike“.
Dîlber Cizîrî diyar kir ku ew her tim alîgirê mafên mirovan e û got: “Beşdariya di fîlmekî wilo de rûmet e. Jin emaneta xwedê ye. Divê em vê baweriyê biparêzin. Ez ji tundiya li ser jinê re dibêjim na“.
GE/ Faruk Balikçi