Civak

100 hezar Îranî li Herêma Kurdistanê dijîn

Li gor daxuyaniyeke parêzgeha Silêmanî Behroz Mihemed Saleh li civînek de li gel Birêveberê Karubarê Îraniyên Derve li Wezareta Derveya Komara Îslamiya Îranê ragihandiye ku bazirganên li Iraqê, zêdetir li xalê sînoriyên Herêma Kurdistanê ya li gel Komara Îslamiya Îranê dibestin.

Li civînê de her dû alî guftûgoyê di derbarê geşkirina peywendiyan de kirin û her dû alî li ser çareserkirina hinek kêşeyên hemwelatiyên Îranî li Herêma Kurdistanê rawestiyan.

Birêveberê Karubarê Îraniyên derve li Wezareta Derveya Komara Îslamiya Îranê ragihandiye ji bilî danustandinên berfirehên bazirganî nêzîkî 100 hezar hemwelatiyên Îranî li Herêma Kurdistanê da hene yan hatin û çûna Herêma Kurdistanê dikin û li avadankirina Herêma Kurdistanê de dikarin sud ji wan wergirin. 

Heman demî de Parêzgerê Silêmanî ragihandiye rêkkeftina hevdû têgihiştina li navbera parêzgeh û hevsînorên ku li gel Îranê ku îmza kirine, bandoreke mezin li ser derbazgehên sînorî geşbûnê pêkaniye.

Back to top button