Dosya

​Çawa navê Kurdistanê bi Amerîkayê jê birin?

1- Rêkarên emnî ji bo selametiya hêzên me zêdetir bikin.

2- Bandora mîlîşiyayan kêmbikin û nehêlin destê wan li nav biryarên mezin û biçûk da hebê.

3- Reformê li sîstema dadweriyê de encam bidin bo ku ew 20 hezar çekdarên Da’îş ku li zîndanên we dene ji bo me nebin kêşeyek mezin.

4- Gendeliyê kêmbikin an jî herî kêm tiştek bikin ku xwepêşandanên seranserî nebin têkçûna seranserî û ji bo dirustbûna senaryoya sala 2014 li Musil da rêxweşker nebin.

Hejmarek daxwaziyên dinên Amerîka jî ku ne Iraqa Abdulmehdî bi cîh nekir û ne Mistefa Kazimî jî dikare. Babetên civîna bi navnîşana “Diyaloga Stratejî” ku du demjimêr berdewam nekir û her endameke şanda Iraqê ji bo pênç xulek axaft û gotarê xwendibû û temam bû. Ewe ne guftûgo bû û ne Stratejî û ne muameleya dû hevpeyman bû.

Tenê li ber ewe bû aloziyên li navbera Tehran û Washingtonê kêmbûne (an jî ji ber Korona hatine ji bîr kirin) Wateya wê ewe nîne Washington ji Bexdayê razîye ji bilî destbikarbûna Serok Wezîrek ku “Ebadî li bîra me tîne” wekî çavkaniyeke fermî yê Amerîkî dibêje.

Washington destê xwe ji Iraqê şûştiye û neçar nebê ew li pey axaftina li gel Bexda jî nakeve. Lê belê Hewlêr li nav de ye ji bo sûd wergirtina ji vê derfetê?

Li beyannameya dawî ya vê civîna heftiya derbasbûyî de behsa Herêma Kurdistanê têda nebû. ji ber ku şanda Iraqê pêdagîriyê li wê yekê de kiribû ku nabê bi peyvek jî behsa Kurd û Pêşmerge bê kirin. Amerîkî dibêjin me daxwaz kir behsa Pêşmerge û Herêma Kurdistanê bê kirin. Lê belê li dawiyê de desteya danustandinkarê Iraqê gotibû navê Herêma Kurdistanê û Pêşmerge hebê em beyannameyê red dikîn. Eve bû bi bê balkişandina li ser Pêşmerge û Herêma Kurdistanê belav kirin. Paşê ji bo piştrastbûna Kurd peyvdarê Wezareta Derveya Amerîka çend derfeteke medyayî daye dezgehên ragihandinên Kurdî ew jî (Rûdaw) ji bo pêşandana girîngê Başûrê Kurdistanê yê Amerîka ye.

Dûbare dipirsim kanî rola çalak ya Herêma Kurdistanê li vê navberê da?

Eve serdema îdareyên berê nîne bi awayeke stratejîk temaşa Iraqê bikin û girîngiyê bi wê yekê bidin Bexda dewlete û Hewlêr ne dewlete. Amerîkaya serdema Trump siyaseta derveya giştgîr tûne li Rojhilata Navîn û tenê komek armancên teng nebê. Ji bo wan Bexda tenê amrazeke ji bo rûbirûbûna Îranê û serhilnedana Da’îş. Kî ji wan du armancan hevkarbê rû lê dikin. Dîplomatkarên Wezareta Derve bila her behsa “Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî” bikin. Eger sibê Hewlêr li bilindtirîn ast de karî baş li ser dirustkirina kanaleke raste rast li gel Koşka Spî bike ewe dikarê gelek armancan pêkbîne. Wê demê nedûre berî pêşwazîkirina li Mistefa Kazimî li vê havînê, Serokê Amerîka li gel biryar bi destên Herêma Kurdistanê bicive.

Yekemîn care îdareyek heye li Washingtonê gelek hesab ji bo ewe nake ku kî dewlete û kî ne dewlete. Kîjan alî bikar hat raste rast kar li gel da dike. Rojek Erdoganê tirkiye bawerî pêanî û bi berevajiya şêwirîna hemû şêwirmendên piştgîrên wî êrîşê kirin ku li dijî Kurdê “Hevpeymanên xwe ye” û sibê ku raya giştî ya Amerîkî rexne lê girt telefonê hilgirt wekî Serokê Amerîka li gel Mezlum Kobanê axaft ku tirkiye hevpeymane li Nato bi terorîst dibîne.

Erdogan jî baş vê rastiyê têgihiştiye û ji ber wê ye balyozên li Washington û Newyorkê nikarin du danustandinên cîddî li gel hevtayên xwe yên Amerîkî encam bidin. Li şûna kanalên dîplomasiyên teqlîdî, Erdogan û çend keseke nêzîkî xwe ji bo kêşeyên mezin û biçûk raste rast li gel Koşka Spî û nasên Trump muamele dikin. Her roja dûşemê çi nemabû bi telefonê baweriyê bi Trump bîne ku PKK li pişt beşek ji karên têkderên grûpên radîkalên çepgirên Amerîka ye.

Her wiha Bexda roj bi roj li çavê Washingtonê de bê sûdtir derdikevê. Eve derfete ji bo Herêma Kurdistanê ku birastî hîç nayê dîtin. Biryar bi destên Herêma Kurdistanê li sala 2018 ve li gor pêwîst girîngiyê bi siyaseta derve nadin û ne destpêşxerin.

Ji bilî siyaseteke hekîmaneya nerm li navxweda, ji bo kêmkirina derencamên xerapên qeyranên budçe û nizmî ya nirxê neft û Korona pêwîste li bilindtirîn asta kar li ser peywendiyên xwe yên li gel îdareya Donald Trump de bêkirin. Eve demsala hilbijartine li Amerîka û Trump amadeye hemû tiştek bike bo ku dengeke zêdetir bi dest ve bîne.

Êdî ew tişt dikarê ji Iraqê vekişaneke zêdetirê hêzan bê û yan jî li hevkirineke zêdetir bê ji bo Bexda an jî bi zîrekiya dîplomasiyeta Kurdî dikarê îmzakirina peymaneke demdirêj bê ji bo hevkariya serbazî û aborî ya li navbera Herêma Kurdistan û Amerîka. Ez bi piştbestina zanyariyan dibêjim herî kêm Wezareta Berevaniya Amerîka vekiriye ji bo vê fikr û bîrokeyê. Ji ber wê aloziyên navxweyî kêm bikin û piçek çavê xwe ji kêşeyên navxweyî rakin. Ji ber ku niha çareserî li bihêzkirina siyaseta derve da ye.

Mecîd Nizametîn Gilî
Birêveberê Nivîsîngeha Rûdaw li Newyork

Back to top button