Polîtîk

Zordariya çeteyên PKKê li rojavayê Kurdistanê

Tora Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyeyê daxûyaniyekî de ragihand ku, çekdarênn ser bi HSDê ve, ser mala keçika bi navê Şêxa Tetar ya li bajarokê Amûdê girtin, li endamên malbatê dan û piştre Şêxe ber bi cihekî ne diyar ve revandin.

Piştî demekî heman çekdaran carekdin li ser mala keçikê de girtin û işkence li endamên malbatê kirin ,piştre jî bav (Ebdulbarî), dê (Fatîme), du bira (Dijwar û Hejar) û pismamê keçikê (Şiyan) girtin û li gel xwe birin.

Tora Çavdêriya Mafên Mirovan tekez dike, hîn jî baskên ewlekariyê yên HSDê di binpêkirina yasayên navdewletî de, bi taybetî biryarên (2139 û 2254) berdewam in û pabendî wan nabe, ku bi awayekî bêserûber, bê hişyariya pêşwext û bi hincetên derew, sivîlan digirin.

Tora Çavdêriya Mafên Mirov metirsiya xwe derbarê çarenivîsa malbara Ebdulbarî Teter nîşan da û got, dibe ku ew rastî eşkenceya laşî û windakirina bi zorê bên.

Herwiha Torê bang li civaka navdewletî û Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê kir ku berpirsyariyên xwe li hember sivîlan rabin û wan biparêzin, fişarê li HSDê û şaxên wê yên ewlekarî bikin, ji bo rawestandina binpêkirinên li dijî sivîlan û çarenivîsa keçika revandî û malbata wê eşkere bike û berpirsan vê bûyerê derxîne pêşberî dadgehê.

Back to top button