Cîhan

Endezyarê Tirk li Pentagonê hat girtin: Lêpirsîna sîxuriyê hat destpêkirin

Gokhan Gun endeziyarek bi eslê xwe tirk e û li Amerikayê di wezereta bergiriyê ye(Pentagon) de kar dike. Ew niha bi bi çapkirina hinek belgeyên veşartî tê tawanbarkirin û derêxistin dadgehê. Niha hêja girtiye û doza wî berdewam dike.

Gökhan Gün ê 50 salî ku hem welatiyê Tirkiyê û hem jî yê Amerîkayê ye, Roja 9ê Tebaxê berê sibehî encama operasyonekî li mala wî hate girtin. Gun hewla xwe dikir ku bireve biçe Meksikayê, lê FBI ser mala wî de girt û ji berî ew bireve binçavkirin.

Alîkarê Serdozgerê Amerîkayê Anthony Rodregous diyar kir ku lêpirsîn berdewam e. Wî got ku eger were îspatkirin ku Gün ne tenê belgeyên nepenî bi awayekî nerast bikar aniye, lê di heman demê de hewl daye ku belgeyên têkildarî berevaniya neteweyî ya Dewletên Yekbûyî bide hêzek biyanî, dibe ku dozên din li gorî Qanûna Sîxuriyê bêne kirin.

Back to top button