Cîhan

” Nanê me jî heye “

Di reklama Arsenal û marqeya cîhanî Adidas de, nanê tenûrê ku bi Kurdan hatiye nasîn, bi navê xwe yê Kurdî “nanê tenûr” hat nîşandan.

Di reklama tîma navdar a Îngilîstanê Arsenal û marqeya navdar a cîhanê Adidas de, formayên Arsenalê ku tevlîheviya şîn û xemrî ye , tê nîşandan. Tê gotin ku formayê Tim a Arsenal kesayeta lîstikvan û temaşevanan dide nîşandan.Di reklamê de wiha tê gotin: “Kevneşopiya me ya beriya lîstikê bi tevahî ne aîdî îngilîzan e.”

Di reklama ku wêneyê xwaringeheke kurdî ya li Bakurê Londonê ku nanê tenûrê çêdike û xwarinên din ên kurdî difiroşe de cih girtiye û tê gotin, “Nanê me jî heye.”

Li xwaringeha bi navê Baban Nan kebab, felafel û goştê kurdî tê firotin, her wiha nanê ku ji ardê genim û ceh tê çêkirin nev û deng e.

Back to top button