Zimanê zîndana Amedê hebûya û biaxifiya…

Serokwezîrê Tirkiye Receb Tayyîb Erdogan di gera xwe ya jibo erêkirina guhertinên hin xalên Destûra Bingehîn ya Tirkiyê de ev roj li Wanê civîneke mezin li darxist û li wê axifî. Erdogan got, „BDP qaşo behsa demokratbûnê dike, qaşo behsa aşîtiyê dike, baş çima li Wanê li dij mebûsa min ya xanim Gulşen Orhanê terorê bikar dihîne.
Çima naxweze di rewşeke demokrasî aşîtiyê de ew behsa guhertina destûrê bike. De werin vê yekê bibersivînin.”
Erdogan li ber qelebalixiyeke mezin ya li Wanê axifî û hemî partiyên mûxalefetê bi yek carî ve da ber bombebaranên rexneyan. Erdogan wisa got: „Em dixwezin bila yasayên darbeyê yên 12 Îlonê yek biyek ji ortê rabikin û welatê xwe têxin nav jiyaneke bi tevayî demokrasiyê. Lê kê dij derdikeve. Partiyên qaşo mûxalefetê, CHP, MHP û BDPê. Hûn çawa demokrat in, hûn çima naxwezin welatê me ji madeyên darbeyî rizgar bibe?”
Erdogan wekî dihête zanîn di van rojên dawiyê de behsa zulma li ser Dêrsim hatiye kirin dikir û wî di civîna xwe ya dawî de gotibû ku li Dêrsim 50 hezar Kurd ji layê îxtîdara wê demê ÇP û serokê wê Înonû hatiye kuştin. Erdogan gotibû ku kî vê zulmê tolere bike ez ji mirovbûna wan guman dikim. Ev car jî serokwezîrê Tirkiyê behsa zulma li zîndana Amedê kir û wisa got: „De werin em behsa Zîndana Amedê bikin, belê me hûn nizanin li wê çi zulim hatibûn kirin? Gêncên me li wê derê li kîjan zulmên bê nimûne hatibûn rûberû kirin? Xwezî zimanê dîwarên zîndana Amedê hebû û wê behsa wê zulmê kiriba, ma hûn dizanin wê şahidiya wê zulmê çawa vegotibana?”
Gelek balkêş e, ku di van rojên dawiyê de zulim û jenosîda li Dêrsim, Amed û deverên din yên Kurdistanê hatine kirin, bes ji layê serokwezîrê Trikiyê dihête bizimankirin…
KNN/Zagros Baran